Penceşêr gefê li nîvê Başûrê Kurdistanê dike

20-06-2017
RÛDAW
Nîşan Penceşêr gef Kurdistan nexweşî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dr. Karzan Mihemed li gel alîkariya tîmeke amerîkî li ser penceşêrê lêkolînek kiriye û bal dikşîne ser metirsiya penceşêrê ya li Başûrê Kurdistanê.

 

Encama lêkolîna ku li Başûrê Kurdistanê û li Iraqê hate pêkanîn, di jurnala zanistî ya bi navê “JAMA  oncology” de hate weşandin.

 

Dr. Karzan Mihemed ji Rûdawê re diyar kir, ku di lêkolînê de encamên metirsîdar derketin holê û got:

 

“Iraq yek ji wan welatan e ku nexweşiya penceşêr pir zû belav dibe. Di sala 2017an de rêjeya pêketina nexweşiya penceşêrê ji sedî 35 zêde bûye.”

 

Dr. Karzan destnîşan kir, eger tedbîr neyên girtin, heta sala 2020î nîvê nifûsa Iraqê bi rîska nexweşiya penceşêrê dê rû bi rû bimîne.

 

Dr. Karzan Mihemed amaje bi yekê kir, ku jin bêtir bi nexweşiya penceşêrê dikevin û got:

 

“Di  nav 6 mehan de gelek jin tûşî penceşêrê bûn. Piraniya wan penceşêra rehim û memikan e. Ji ber van her du nexweşiyan, ji sedî 25ê jinên ku jiyana xwe ji dest dane, fedî kirine bêjin êş û jan dikşînin.

 

Li Başûrê Kurdistanê li ba jinan piranî nexweşiya penceşêra rehim û memikan, li ba zilaman jî piranî penceşêra pişikê heye. Herî zêde li Silêmaniyê nexweşên penceşêrê hene û li Duhokê jî rêjeya nexweşketinê li gor parêzgehên din zêdetir e. Di nav 6 salan de ji sedî 50, nexweşên penceşêrê zêde bûn. Li ba zarokan jî piranî penceşêra xwînê heye.”

 

“Li Iraqê rewş xirabtir e”

 

Dr. Karzan Mihemed aşkere kir, ku li Iraqê rêjeya penceşêrê li gor Başûrê Kurdistanê zêdetir e û got: “Li bajarokê Semawe li ba zarokan penceşêra çerm, li Bexdayê jî penceşêra zik û rûviyê berbelav e.”

 

Li ser belavbûna penceşêrê ya li Başûrê Kurdistanê jî Dr. Karzan got: “Mixabin li ser vê mijarê hêj lêkolîn nehatiye kirin. Ji bo lêkolîna sedemên sereke yên penceşêrê, divê navendek were damezrandin. Ji ber ku lêkolînên heyî, ne zanistî ne, mirov pê bawer nabe.”

 

Armanca Dr. Karzan û tîma wî ew e ku navendeke ava bikin, da ku têde pişkinîna penceşêrê bikin û sedemên penceşêrê lê bikolin.

 

Herwiha Dr. Karzan Mihemed aşkere kir, eger nexweşiya penceşêrê beriya ku belav bibe were dîtin, dê nexweşî were dermankirin û got:

 

“Mixabin li Başûrê Kurdistanê nexweşiya penceşêrê, weke ku nayê dermankirin tê dîtin. Birastî bi haydarbûna pêşwext bi rê û rêbazên kîmyasal, ev nexweşî tê dermankirin, lê eger nexweşî pêş ketibe, dermankirina kîmyasal jî çareser nake. Li Herêma Kurdistanê piranî ev rêbaz tê bikaranîn.”

 

Ji bo lêkolîna ku hatiye pêkanîn, li Başûrê Kurdistanê 22 hezar dolar lê çûye.

 

Lêkolîna ku bi sponsoriya xwediyê şîrketa Microsoft Bill Gates tê pêkanîn, bi tevahî li derdora 1 milyon dolar e.

 

Projeya têkoşîna li dijî penceşêrê CHRO

 

Dr. Karzan Mihemed diyar kir, ji bo navenda ku dixwaze damezrîne, ji niha ve bi navê “CHRO” kampanyayek dane destpêkirin û got: “Lêçûna projeyê 1.5 milyon dolar e. Gelek kes soza piştgiriyê dan. Ji bo vê jî, dê konser û futbolên dostaniyê werin lidarxistin.”

 

Tora Medyayî ya Rûdawê sponsoriya medyayê girte ser milên xwe.

 

Zanîngeha ISHIKê jî, ji bo vê projeyê avahiyek terxan kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst