Ji dermanfiroşan hişyarî: Mask nayên şûştin û dubare nayên bikaranîn

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Giştî ya Sendîkaya Dermanfiroşan a Tirkiyê Nurten Saydan ragihand ku nabe maskeyên ji bo vîrusa koronayê têne bikaranîn bêne şûştin û dubarê bêne bikaranîn.

Seroka Giştî ya Sendîkaya Dermanfiroşan a Tirkiyê Nurten Saydan daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku bûn şahid ku welatî maskên ku di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû (Covîd-19) de bikar tînin dişon û dîsa bikart tînin.

Nurtan Saydan tekez kir ku şûştin û cardin bikaranîna maskan, ne mimkûn û got: “Herwiha divê neyê jibîrkirin ku mask bermayiyên tibî ne û divê daynin poşêtekê û devê wê asê bikin, biavêjin qutiya çopê.”

Saydan bal kişand dema ku maskê zirar dît an jî bi tiştekî avî ket demildest divê bê guherandin û wiha pê de çû: “Em wisa difikirin ku ji bo welatiyên me yên nikarin ku bi qutiyan maske bikirin divê bê serbestkirin pakêtên ku tê da 5 yan 10 mask hene bên firotin. Ji bo parastina tenduristiya civakê ev verastkirin teqez divê bê kirin. Fikra welatiyên me yên ku maskê xwe dişon û dîsa bikar tînin me gelekî ditirsîne. Em cardin dixwazin bi taybetî destnîşan bikin ku divê welatiyên me ji bilî agahiyên tenduristiyê bila ji agahiyên din bawer nekin.”