Bihar hat detoks jibîr nekin

Hewlêr (Rûdaw) - Mehên sar ên zivistanê ku di hundirê malê de derbas bûn, êdî neman. Bihar hat, hewa germ bû û jiyana rojane jî pê re hat guhertin. Pisporên tendirustiyê demsala biharê ji bo guherandina jiyana monoton weke demeke pêwîst dibînin û dibêjin detoksê jibîr nekin.

 

Di demsala biharê de li gor pêşniyara pisporan xwarinên sivik û çayên keskatî yên teze ji bo las baş in. Herwiha spor jî dikare roleke baş di jiyana rojane de bileyîze.

 

Pispor derbarê xwarinên biharê de balê dikişînin ser xwarinên sivik û zêde û dibêjin xwarinên ku kaloriya wan kêm e bixwen. Ji bo ku toksînên di laş de civiyane bên avêtin jî, pispor vexwarina çayên keskatî pêşniyar dikin. Ligel çayên keskatî an qaşikê leymonê an jî ava leymonê jî tê pêşniyarkirin.

 

Ji bo detoksê jî pêşniyar ev e: her sibe dema mirov ji xewê radibe perdaxek ava vexwin ku tê de ava leymonê hebe. An jî: Hinek îspenax, hebek avokado, dendikek sîr, du heb pîvazên kesk, xiyarek, leymonek û îsota sor bi sê berdaxên avê re bikelînin, da ku bibne şorbe û vexwin.

Di demsala biharê de weke detoksê tiştek din jî heye ku pisporên tendirustiyê pêşniyar dikin: Ji bo laş baştir bîn bide û bistîne divê hucreyên mirî ji laş bên avêtin, ji bo wê jî vexwarinma avê pêwîst e. Lewma li go pisporan rojane 2.5 lître av divê bê vexwarin. Hinek kes hene zêde av venaxwin, ji bo ew kes karibin bi hêsanî av vexwin, pispor dibêjin bila ji tama çi hezbikin bila ew tişt bavêjin nava avê. Mînak: aromayên fêkiyan, an jî leymon, porteqal, erûng, qeysî an jî fêkiyek din.

 

Ligel xwarin û vexwarinê, ji bo mirov karibe bandora zivistanê ji ser xwe bavêje, rêya herî baş spor e. Li gor pisporan spora herî baş jî meşandin e û spora sivik a sibehê beriya taştê ye. Rojane herî kêm saetek meş bi baweriya pisporan weke sporeke standart baş tê dîtin.