Herêma Kurdistanê ti rêkarên taybet bo geştyarên Îranî pêk nahîne

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê red dike ku rêkarên taybet li hember geştyarên Îranî pêk bîne û dibêje, rêyên xweparastin û pişkinînê li firokexane û deriyên sînorî heman rêkarên berê ne û ti guhertin têde nehatiye kirin. 

Piştî belavbûna vîrûsa Koronayê li Îranê, nûçeya wê yekê hate belavkirin ku li sînorên Herêma Kurditsanê yên li gel Îranê, rêkarên tund li hember geştyarên Îranê dê bêne wergirtin, lê Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, rêyên xweparastin û pişkinînê li firokexane û deriyên sînorî heman rêkarên rojên berê ne û ti rêkareke taybet bi geştyarên Îranê nehatine danîn û heman rêkarên berê tên pêkanîn ku biryar li ser hatibû dan."

Wezareta Tendirustiyê herwiha diyar kir, ji bilî geştyarên Çînî ku bo dema 14 rojan têne cudakirin , ti rêkarek li hember geştyarên din nîne.

Ew daxuyaniya Wezareta Tendirsutiya Herêma Kurdistanê di demekê de ye, ku Îranê bi fermî piştrast kiriye, ku heta îro Pêncşemê 5 kes li wî welatî bi vîrûsa Koronayê ketine, ku du ji wan canê xwe ji dest dane.

Li gor Wezareta Tendirustiya Îranê, 4 kes li Qaumê û keek jî li Erakê bi vîrûsa Koronayê ketine, ku 2 kes ji wan li Qumê jiyana xwe ji dest dane.