Li Hewlêrê festîvalek bo rizgarkirina nexweşên penceşêrê tê lidarxistin

20-02-2019
RÛDAW
Li Hewlêrê festîvala “Bila hemû ferîşteyên tûşî penceşêrê bûne werin biparêzin” tê sazkirin
Li Hewlêrê festîvala “Bila hemû ferîşteyên tûşî penceşêrê bûne werin biparêzin” tê sazkirin
Nîşan Festîval Penceşêr Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêrê, ji bo nexweşên ku tûşî pençeşêrê bûne festîvaleke bi navê ‘“Bila hemû ferîşteyên tûşî penceşêrê  bûne werin biparêzin” hate li darxistin.

 

Ev festîvala îro li Hola Seadî Ebdulla ya Hewlêrê destpêkirî,  ji aliyê Dibistana Lara û bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê tê lidarxistin.


Armanca vê festîvalê ew e ku bi çalakiyên hunerî, ji bo nexweşên tûşî pençeşêrê bûne hestiyarî zêde bibe.


Rêvebera Dibistana Lara Befrîn Dzeyî, di derbarê çalakiyên festîvalê de ji Rûdawê re ragihand ku festîval ji dû beşan pêk tê û got: “Di beşa yekem de, bi serperiştiya du mamosteyan, ji alî xwendekarên dibistana me ve Semfoniya Beethoven bê pêşkêşkirin. Di beşa duyem de jî, dîsa bi serperiştiya mamosteyên me û ji alî xwendekarên me ve, dê şanoya ‘The Tempest’ a helbestkarê navdar ê Îngilîz William Shakespeare bê leyîstin.”


Beşdariya çalakiyên Festîvala “Bila hemû ferîşteyên tûşî penceşêrê bûne werin biparêzin” bi rêya bilêtan e.


Rêvebera Dibistanê dibêje: “Ew dixwazin bi vê rêyê, alîkariyê bigihînin nexweşên pençeşêrê li her derê pêwîstî pê hebe. Ev yek jî bi hemahengiya li gel Dezgeha Ruwange dibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst