Pişta Amedsporê nayê xwarê: Qet têk neçûye, lîder e

19-11-2023
Abdulselam Akinci
Amedspora bi Fethiyesporê re 1-1 ma / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Amedspora bi Fethiyesporê re 1-1 ma / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Amedspor Fethiyespor Lîder
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de têdikoşe, li stadyûma xwe bi Fethiyesporê re 1-1 ma.

Tîma keskesor Amedspor di tevên lîgên Tirkiyeyê de tekane tîm e ku heta niha têk neçûye, di hefteya 14emîn de mazûvaniya Fethîyesporê kir.

Futbolîstê Amedsporê yê bi navê Îsmaîl Unsal di xuleka 6emîn de tîma xwe 1-0 pêş xist.

Futbolîstê Fethiyesporê Ridvan Turker jî di xuleka 45emîn de bersiva Amedsporê da û nîveka ewil a lîstikê 1-1 bi dawî bû.

Di nîve duyem a pêşbirkê de jî skor neguherî û Amedspor di mala xwe de bi pûanekê razî bû.

“Amedspor dengê mezlûman e”

Alîgirê Amedsporê Necatî Kiliç got:

“Em ji Amedsporê gelekî hez dikin. Em ne ji bo ku bi ser dikevin an jî têk diçe jê hez dikin, em ji bo ku dengê mezlûman e jê hez dikin.”

Bi vê encamê pûanên Amedsporê bûn 31 û ferqa wê ya tîman duyemîn Kastamonusporê derket 5 pûanan.

“Car heye çi bike jî nabe”

Alîgirê Amedsporê Mehmet Zulfu Kutan jî got, “Bê şansî ye. Yek jî taxima namexlûb e, ew stres jî li ser tîmê heye. Yanî normal e, car heye çi bikî jî nabe.”

“Hicûma Amedsporê baş bû”

Alîgirê Amedsporê Remezan jî wiha hestên xwe anî ziman:

“Weleh lîstikeke xweş bû. Xweş jî lîstin. Hicûmên wan ê baş jî hebûn lê bi ser neketin. Dikarîn hinekî xweştir bileyîzin lê çênebû.”

“Defansa me xeta kir”

Alîgirê Amedsporê Ahmet Uç jî diyar kir ku encama lîstikê ne bi dilê wî bûye û got:

“Heqê vê maçê divê 3-4 bi ser biketana. Gola me xwar jî xetayê defansa me bû.”

Alîgirekî din ê Amedsporê jî got, “Qelevanê wan gelek jêhatî bû. Ji ber wê maç yek û yek qediya.”

Alîgire Amedsporê Şiyar Karaduman jî da zanîn ku hêviyên wî ji Amedsporê hene û got:

“Em bendewariya xwe qet qut nakin lê heqê vê maçê ne ev bû.”

Amedspora tekane tîm e di sezona îsal de têk neçûye û soza şampiyoniyê daye alîgirên xwe.

Amedspor dê hefteya pêşiya me roja şemîyê li deplasmanê bi Înegolsporê re werin beramberî hev.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst