Çerez mirovan ji nexweşiyên dil diparêze


Hewlêr (Rûdaw) - Di encama lêkolînekî de diyar bû ku ew kesên bi awayekî rêkûpêk çerezên mîna gûz, behîv û fisteqan dixwin, temenê wan dirêj dibe û ji kesên ku çerezan naxwin saxlemtir in.

Lêkolîna ku 20 salan dom kir û 119 hezar kes tê de beşdar bûn, encamên balkêş raxistin ber çavan. Di encama vê lêkolîna demdirêj de diyar bû ku rêjeya mirina kesên di hefteyekî de 7 caran  çerezan dixwin, bi giştî 5 qetan ji yên ku çerezan naxwin kêmtir e. Sedema piştrastiya ji encama vê lêkolînê jî ewe ku heman lêkolîn li ser kesên ku qet çerezan naxwin jî hat kirin.

Bandora baş ya çerzeyan li ser tenduristî mirovan:

Behîv:

28 g behîv ku dike nêzîkî 20-25 liban, 163 kalorînan di nava xwe de dihewîne. Madeyên bikêr yên mîna kalsiyom, magnezyom û vîtamînên B û E di nav de ne. Herwiha ew baştirîn jêdera protînê ye. Bi vê yekê sûdê digihîne çavan û çerm. Herwiha berevaniyê digihîne laş jî.

Bindeq:

28 g ji bindeqan ku dike 18-20 lib, 178 kalorînan di nava xwe de dihewîne. Ev çerez jî ji bo saxlemiya laş bi giştî baş e. Di nava vê çerezê de jî protîn, kalsiyom, hesin, vîtamînên B6 û E jî hene. Bindeq alîkariya parastina dil dike û ji bo çerm û daxistina guşara xwînê baş e.

Fisteq:

28g fisteq dikin nêzîkî 50 liban û di nav de 160 kalorîn hene. Festeq li gor çerezên din bi kêmkalorî ye û ji ber vê çendê mirov pê kêmtir qelew dibe. Herwiha gellek vîtamîna B6 di nav fisteqê de heye. Ev cûreyê çerezê jî mirov ji nexweşiyên dil û penceşêrê diparêze.

Gûz:

Di nava 28 g gûz de 185 kalorîn hene. Gûz jî wekî pirraniya çerezan mirov mirov ji nexweşiyên dil diparêze. Herwiha ji bo daxistina rêjeya kolîstrolê jî sûd ji gûzê tê wergirtin.