Li Duhokê çend dermanxane hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî lêkolîn û şopandina Rêveberiya Kontrolkirina Kalîteya Dermanan çend dermanxane û kogehên (depo) Duhok a Herêma Kurdistanê hatin girtin û cezakirin.

Xwediyê dermanxaneyeke ku hate girtin Emced Necmedîn ragihand ku li Herêma Kurdistanê destûr nayê dayîn ku hinek derman hebin lê li Bexdayê peyda bibin û nexweşan ji wan re gotiye ku hinek derman hene bi dest wan nakevin û daxwaz kirin ew ji Bexdayê ji wan re bînin.

Emced Necmedîn got, “Divê ew pîrozbahiyê li me bikin ji ber ku me hêsankarî ji nexweşan re kiriye lê KMCA hate vir û ji ber van dermanan em ceza kirin. Dermanxane 4 rojan hate girtin û du milyon dînar ceza li me hat birîn.”

Rêveberê Kontrolkirina Kalîteya Dermanan li Duhokê Dr. Piştîwan Mihemed li ser girtin û cezakirina dermanxaneyan got, “Hemû rêgezên rêveberiyê di çarçoveya Wezareta Tenduristiyê de ne û mafê wan ê çavdêriyê heye. Kesê ku “dermanên qaçax tîne divê were cezakirin.”

Li gorî Rêveberiya Kontrolkirina Kalîteya Dermanan di sala 2021an de, 19 hezar destûr ji dermanxaneyan re hatiye dayîn û tê pêşbînîkirin ku dahata wan 20 milyar dînar be.

Rêveberê Giştî yê Kontrolkirina Kalîteya Dermanan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Şêrwan Sadiq destnîşan kir, wan ew kes yan bi girtinê yan jî bi cezayên pereyan ceza kirine.

Dr. Şêrwan Sadiq her wiha got, “Ew [dermanxane] dibêjin bila hikûmet çavdêriya me neke, em ê bi xwe çavdêriya xwe bikin.”