Bêxewî mêjî jehr dide

Hewlêr (Rûdaw) - Toksîn, ango jehra di nava laşê mirov de, ji ber bandora ji derve û ya navxweyî çêdibe. Bandora ji derve ji ber têkiliya fîzîkî ya bi mirovên din re, xwarin û tiştên di nava hewayê de çêdibe. Di nava jehrçêbûna navxweyî ya laş de sedemek jê jî bêxewî ye. Li gor pisporan, toksînên di laşê mirovên bêxew de ji yên têrxew bêhtir in. Ev yek jî ziyanê dide tenduristiya mirovan.   

 

Toksînên di nava xwînê de bi taybetî di dema xewkirinê de tên paqijkirin. Lê dema mirov şiyar be, laş vî karê xwe yê paqijkirina ji jehrê radiwestîne. Toksîn di nava xwînê de bi tevger in û normalî hucreyên parastina laş wan têk dibin. Lê belê dema mirov bêxew be, ev hucre nikarin peywira xwe pêk bînin. Ev yek herwiha bandorê li hucreyên di mêjî de jî dike û barê wan girantir dike.

 

Tevgera laş, hest û ramana mirov ji hêla mêjî ve tê kirin. Lê ji ber barê giran yê hucreyan, yê ku ji ber bêxewiyê rû dide, mejî nikare karê xwe baş bike. Wekî encam jî, jibîrkirin û têkçûna baldariya mirov xwe didin der.