Fahrettin Koca: Li Rihayê ava gihiştiye welatiyan bo vexwarinê nabe

18-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku dema paşmayên erdhejê tên rakirin ew toza ku radibe zererê digihîne kezebê, bo wê pêwîste welatî ji wan cihan dûr bisekinin û karmendên vî karî dikin jî pêwîste maske bikar bînin.  Koca herwiha da zanîn ku li Rihayê av gihişt welatiyên lê ew av bo vexwarinê nabe.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê 18ê Adarê 2023ê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û tê de dibêje "piştî karesata erdhejê, dema paşmayên erdhejê tên pakkirin ew toza ku radibe dibe sedema çêbûna nexweşiyên kezebê. Ji ber wê yekê jî pêwîste welatî ji wan cihên ku paşmayên erdhejê tên rakirin dûr bisekinin, ewên ku kar dikin an jî yên ku li nêzîk wan cihan dimînin pêwîste maske bikar bînin."

Koca herwiha derbarê derbarê ava vexwarinê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê de ku piştî lehiyê zerer dîtibû got, heta daxuyaniyeke din nabe ava bajêr bo vexwarinê bê bikaranîn.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê herwiha nivîsiye. “Pirsgirêka ava Rihayê hate çareserkirin û niha ava sereke digihêje welatiyan, lê her çendî av di parzûngehêre derbas dibe û wisa digihêje welatiyan jî lê pêwîste demekê tenê bû pakkirin û pêwîstiyên din yên jiyanî were bikarin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst