Nexweşxaneya Raperîn a taybet bi zarokan tê berfirehkirin

17-12-2019
RÛDAW
-
-
Nîşan Herêma Kurdistanê Hewlêr Nexweşxaneya Raperîn a Zarokan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 110 textên din li nexweşxaneya Raperîn a zarokan tên zêdekirin û beşa nû ya wê nexweşxaneyê, di 2 mehên din de, tê vekirin.

Birêveberê Nexweşxaneya Raperîn a Zarokan, Dr. Ebdulsebûr Ehmed ji Rûdawê re ragihand, rojane 1,500 nexweş serdana wan dikin, ku zêdetir ji 150 ji wan nexweşan rojane ji bo dermankirinê û wergirtina çareseriyên bijîşkî tên nivandin.

Dr. Ebdulsebûr Ehmed got, ew yek di demekî de ye ku wan tenê 80 text ji bo wergirtina nexweşan hene, ji ber wê neçar dimînin ku 2 zarok û zêdetir, li ser yek text bên nivandin.

Dr. Ebdulsebûr Ehmed herwiha diyar kir, her doktorek dikare tenê 3 deqeyan bo her nexweşekê terxan bike.

Birêveberê Nexweşxaneya Raperîn a Zarokan aşkere kir, kar li ser dirsutkirina beşa nû bo nexweşxaneya zarokan li Hewlêrê tê kirin, dê 2 mehên din temam bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst