Nexweşxaneya Til Temir: Bi îmkanên biçûk birînên giran tên dermankirin

17-11-2019
RÛDAW
-
-
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Til Temir Çarenivîsa Rojava Tirkiye Norîn
A+ A-

Til Temir (Rûdaw) – Bernameya vê carê ya Norîn a Rûdaw TV ku bernameyeke tendirustiyê ye û deska tendirustî ya Rûdawê amade dike, ji bo şopandina rewşa kerta tendirustiya Rojavayê Kurdistanê piştî êrîşa Tirkiyê, rewşa birîndarên şer û îmkanên nexweşaneyan, li Rojavayê Kurdistanê hat birêvebirin.

Vê carê Dr. Aras bernameya Norîn li Rojavayê Kurdistanê çê kir. Norîn li yekem nexweşxaneya nêzîkî şer destpê kir, birîndarên top û bombên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê, bo yekem car berê xwe didin vê nexweşxaneyê, lê birînên gelek ji wan giran e, zarok jî qurbaniyên sereke yên êrîşa Tirkiyê ne.

Ambulansên Heyva Sor a Kurdî, tevî metirsiya bombebaranê, berê xwe didin gundên Til Temir ku berdewam têne hawinbarankirin, balafirên bêpîlot jî ferq û cudahiyê naxin navbera şervan û xelkê Sivîl.

Birînên giran, êşên mezin, azara zarok, dayik û bavan, li vê nexweşxaneya biçûk ya Til Temirê bi îmkanên pir lawaze têne dermankirin.

Otomobîla Hyeva Sor a Kurdî, hejmarek ji birîndarên êrîşê anîne nexweşxaneya Til Temirê, qêrîna dayikan e, ew sivîl in, bê tawan in lê bûne qurbaniyên êrîşa Tirkiyê.

Mihemed zarokê ku bi çekê qedexekirî birîndar bibû, di destpêkê de li vê nexweşxaneyê hatibû dermankirin, lê Dr. Aras dibêje, îmkanên vê nexweşxaneyê pir lawaz in, tenê hestê pizîşkî yê pizîşkên vê nexweşxaneyê dewlemend e.

Tirkiye û grûpên çekdar êrîşî ambulansan jî dikin, lewma naçar bûne ambulansên xwe bikin zirhî.

Yasmîn jî weke Sara û Mihemed û bi dehan zarokên din li Serê Kaniyê û Qamişlo birîndar bû, lê birîna wê hinekî siviktir bû.

Li vî gundî, jineke koçbera Serêkaniyê, ducanî ye, lê xuya dike, di wexta xwe de ye û ti pizîşik yan perestarek tine ye ku lê binêre.

Dermanê Penceşêr jî li ser welatiyekî koçber qut bûye û ew jî bê çare maye.

Pizîşkên sektora tendirustiyê li Rojavayê Kurdistanê dibêjin, rêxistinên navdewletî alîkariya wan nakin, gelek amûrên pizîşkî jî li nexweşxaneyan peyda nabin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst