Li Tirkiyeyê krîza bijîşkan kûrtir dibe: Bijîşkên 65-72 salî tên erkdarkirin

17-10-2023
Ferdî Sak
Li Tirkiyeyê krîza bijîşkan kûrtir dibe / Wêne: Arşîv
Li Tirkiyeyê krîza bijîşkan kûrtir dibe / Wêne: Arşîv
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Koça Bijîşkan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiye û Bakurê Kurdistanê krîza bijîşkan roj bi roj kûrtir dibe.

Li nexweşxaneyan bijîşk peyda nabin û nexweş bi rojan di dorê de dimînin heta ku civanekî wergirin.

Sedema sereke ya vê rewşê, koça bijîşkan a ber bi welatên Ewropayê ve ye.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dest bi wergirtina serlêdanên bijîşkên xanenişîn ên 65-72 salî kiriye da ku li nexweşxaneyan ji nû ve bên tayînkirin.

“Tenê ji bo derbaskirina rojê ne”

Sendîkaya Karmendên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê bi van gotinan rexne li pêngava Wezareta Tendirustiyê girtin:

“Xuya ye çareserkirina şert û mercên kar û rûbirûbûna tûndûtîjiya di tendirustiyê de êdî nemimkun  bûye.

Lewra li şûna rêgirtina li koça bijîşkan, serlêdanên bijîşkên di navbera 65 heta 72 salî de tên wergirtin.

Bijîşkên ciwan û xwedîşiyan koçî derveyî welat dikin, bijîşkên pispor û di temenên navendî de jî neçar dibin berê xwe bidin sektora taybet.

Eşkere ye ku li şûna çareseriyê ev xebatên tên kirin tenê ji bo derbaskirina rojê ne.”

Endamê Konseya Yekitiya Bijîşkên Tirkiyeyê yê Amedê Halîs Yerlîkaya derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî.

“Ev rewşeke xedar e”

Halîs Yerlîkaya bal kişand ser rewşa xerab a tenduristiyê û got:

“Bi rastî jî ji bo pergala tenduristiyê ya Tirkiyeyê ev rewşeke xedar e.

Jixwe yên ku temenê wan bi ser 65an ketine teqawît bûne, ji ber wê yekê jî nikarin di pergela tenduristiyê de karê xwe baştir bikin. Divê kar û barên tenduristiyê nûjen bin.”

Yerlîkaya bal kişand ser sedemên koça bijîşkan û bangî rayedaran kir ku çareseriyeke daîmî û demdirêj ji koça bijîşkan re bibînin.

“Her roj nexweş êrişî kedkarên tenduristiyê dikin”

Halîs Yerlîkaya amaje bi krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê kir û pê de çû:

“Li Tirkiyeyê krîzeke aboriyê heye, ev krîz bandorê li kedkarên tenduristiyê jî dike.

Herwiha li Tirkiyeyê şert û mercên pergala tenduristiyê ne baş in. Li nexweşxaneyan şert û mercên bijîşkan ne baş in. Tundî heye, her roj nexweş êrişî kedkarên tenduristiyê dikin.

Divê heqê keda wan bê dayîn, divê meaşê wan zêdetir bin. Divê şert û mercên wan ên xebatê baştir bibin. Ji ber vê jî lazim e rayedar guh bidin dengê bijîşkan.”

Li gor Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ji ber sedemên wekî “şert û mercên giran ên kar, mûçeyê kêm û tûndûtîjiyê” di îlonê de 321 bijîşkan serlêdana "Belgeya Rewşa Baş" kiriye da ku biçin derveyî Tirkiyeyê.

Herwiha di 9 mehên destpêka îsal de jî 2 hezar û 285 bijîşkan ji bo "Belgeya Rewşa Baş" serlêdan kiriye.

Koça bijîşkan roj bi roj zêdetir dibe û hikûmeta Tirkiyeyê heta niha jî ti pêngaveke berbiçav neavêtiye da ku dilê wan xweş bike û rê li ber koça wan bigire.

Li aliyê din, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan Adara 2022yan di axaftineke xwe de, li ser koça bijîşkan gotibû:

“Eger diçin bila biçin. Em dê jî bijîşkên xwe yên ku nû zanîngehan temam dikin tayîn bikin û bi wan re berdewam bikin. Ev der vala namînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst