Ji karmendên tenduristiyê nerazîtiya 'tundûtûjiyê'

 

Dêrsim (Rûdaw) - Endamên Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) di salvegera kuştina bijîşkê bi navê Ersîn Arslan de li hemberî tundûtûjiya li dijî karmendên tenduristiyê li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsîmê çalakiyekê li dar xist.

Îro, endamên SESê li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsîmê ji bo guhertina pergala tenduristiyê çalakiyeke girseyî li dar xist. Li ser navê karmendên tenduristiyê Serokê Baskê SESê yê Dêrsîmê Ozkan Ûç daxuyand. Ûç, diyar kir ku ji bo dawîhatina tundiya li beramberî kedkarên tenduristiyê û ji bo guhertina 'pergala ku rê li ber tundiyê vedike' daketine qadan.

Ûç, got ku tundûtûjiya li dijî xebatkarên tenduristiyê didome û wiha pê de çû: "Îro salvegera kuştina bijîşk Ersîn Arslan e. Ersîn Arslan du sal berê li bajarê Dîlokê ji aliyê xizmê nexweşekî ve hat kuştin. Du sal derbas bûye, lê hîna jî tundiya li dijî xebatkar û kedkarên tenduristiyê berdewam dike."

Ûç bi mînakan qala tundûtûjiya li dijî karmendên tenduristiyê pêk tê, kir û got ku gelek tundiyên tên kirin jî ji ber sedemên cûrbicûr veşartî dimîne. Ûç destnîşan kir ku karmendên tenduristiyê ne tenê rastî tundtûjiya xizmên nexweşan tê, di heman demê de rastî fişarên rêveberiyên nexweşxaneyan jî tên. Ûç, di vî warî de wiha pê de çû: "Gelek sedemên vê tundiyê hene. Lê ya bingehîn ev e ku pergala tenduristiyê ya derveyî hiş û aqil, tenduristkaran û xizmên nexweşan tîne dijîhev. Cîbicîkirina kiryara bi navê 'performans', ewleneka dayîna mûçeyan nehêştiye. Ev 'kiryara performansê' xebatkarên tenduristiyê wekî dijber û raqib tîne dijîhev. Ev yek kûalîteya tenduristiyê dadixe jêr."

Ûç, derbirî ku piştî mirina bijîşk Ersîn Arslan gelekî çalakî hatin lidarxistin û di encama van hewldanan de di bin banê Parlamentoya Tirkiyê de komîsyonekê tê sazkirin. Ûç, di berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn ku SES jî tevlî xebatên vê komîsyonê bûye û nêrînên xwe yên têkildarê tundûtûjiyê pêşkêşî komîsyonê kirine.

Ûç, anî zimên ku di serencama xebatên komîsyonê de 'Pişkinîna Koda Sipî' hatiye destpêkirin ku li gorî amarên pişkinînê rojane herî kêm 30 karmendên tenduristiyê rastî tundiyê tên.

Li gorî kedkarên tenduristiyê, çareseriya girift û kêşeyên wan, tenê dikare bi pêşnûmeyeke qanûnî pêk were. Ûç, di vî warî de wiha axivî: "Ji bo rêkûpêkirineke qanûnî, me pêşniyarên xwe ji Wezareta Tenduristiyê, partiyên ku li parlamentoyê xwediyê komê ne û ji parlamenterên ku tenduristkar in re ragihandin. Mixabîn, wekî pêşniyara me, li şûna qanûnên berceste û şênber; bi qanûna torbeyî ya tenduristiyê rêkûpêkiyeke ku di piratîkî de li hewa dimîne, hat cîbicîkirin. Yên ku li karmendên tenduristiyê didin, bêyî ku rastî cezayeke cidî bên, dest û qolên xwe li derve li ba dikin. Rewş di wê astê de ye ku yên ku li tenduristkaran didin, bi ser de dotira rojê gefên xwe jî berdewam dikin."

Ûç, got ku daxwazeke wan a din jî ew e ku salvegera kuştina bijîşk Ersîn Arslan, roja 17ê Nîsanê, li seranserê cîhanê wekî 'roja karmend û xebatkarên tenduristiyê' bê îlankirin. Ûç, diyar kir ku ji bo destnîşankirina rojeke bi vî rengî, divê Wezareta Tenduristiya Tirkiyê serî li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) bide. Ûç, wiha domand: "Lê belê bi piştgiriya malbata Dr. Ersîn Arslan, digel hemû hewldan û serlêdanên me, Wezareta Tenduristiyê serî li WHOyê neda û ev daxwaza me pêk neanî. Em dixwazin îsal ev daxwaza me pêk bê. Civîna WHOyê ya îsal di navbera 19-24ê Gulanê de li Cenevreya/Cenêfa Siwîsreyê tê lidarxistin. Dê guh û çavên me li ser wir be."

Ûç, anî zimên ku rewşa tenduristkaran her diçe xirabtir dibe. Ûç got ku hemşîre, heftane 56 demjimêran, bijîşkên yarîdîder/asîstan carna heftane ta 90 demjimêrî dixebitin. Herwiha Ûç destnîşan kir ku rewşa tenduristkarên ku li kertên/sektorên taybet de dixebitin jî di asta 'koletiyê' de ye.

Piştî daxuyaniyê, karmendên tenduristiyê vegeriyan ser erkê xwe.