30 hezar nexweş li hêviya çandina organan in: ‘Organên xwe bibexşînin’

Amed (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di halê heyî de 30 hezar nexweşên ji nexweşiyên cuda li benda neqla organan in.

Li gorî bijîşkên pispor li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişmendiya bexşandina organan gelekî li dû welatên Ewropayê ye.

Her sal li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber ku peydanebûna gurçikan 2500 kes canê xwe ji dest didin.

Ji bo avabûna hişmendiya bexşandina pêwîst, bijîşk bangî welatiyan dikin.

Nexweşê gurçikê Zekî Konurê ji navçeya Silopiyayê ya Şirnexê gelekî bi siûd e ku hevjîna wî Xurbetê gurçikeke xwe bexşandiye wî.

Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê ya Amedê berî çend rojan neştergeriya neqla gurçikê li wî hat kirin.

Ew dê piştî çend rojan bi awayekî tendurist vegere mala xwe û ji cihê mayî jiyana xwe bidomîne.

Nexweşê ku çandina gurçik lê hat kirin Zekî Konur anî ziman:

“Ev heft meh in ez bi nexweşiya xwe hisiyam. Her du gurçikên min jî çûbûn, ji sedî 16 mabûn.

Dema ji sedî 10-16 bimîne tu dikevî diyalîzê heta ku te ji xwe re gurçikek peyda kir.

Te peyda kir peyda kir te peyda nekir tu her tim dikevî diyalîzê, di nav de jî meriv dikuje.”

Ew destê ku Xurbet Xanimê dirêjî hevjînê xwe kiriye û şidandiye ku bûye xilasiya Zekî Konur dewamiya evîndariyeke xurt e.

Ew dibêje ji hezkirina zêde wê xwe bi Zekî Konur daye revandin. Dilê min qayîl nebû ku şirîkê jiyana min bikeve diyalîzê û bi mirinê re rû bi rû bimîne.

“Tu zilamê min î û şirîkê jiyana min î”

Hevjîna Zekî Konur, Xurbet Konur li ser nexweşiya hevjînê xwe got:

“Min dît nesax ket û ket diyalîzê dilê min pê ve ma. Min got kî çi dibêje bila bêje ez dê gurçikê xwe bidim te. Tu zilamê min î û şirîkê jiyana min î.”

Li Amedê li Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê û li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ji 2012an vir ve dest bi neqla organan hatiye kirin.

Li gorî amaran di 11 salan de li Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê 400 gurçik û 562 jî kornea hatine neqilkirin.

Herwiha li Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê jî di nav 11 salan de 102 gurçik, 14 kezeba reş, 836 kornea û 213 mêjî bi awayekî serkeftî hatine neqilkirin û nexweş gihîştine tenduristiya xwe.

“Organên xwe bibexşînin”

Bijîşkê nexweşiyên Hundirîn Doç Dr. Ramazan Daniş anî ziman:

“Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her sal ji ber peydanebûna gurçikan 2500 kes canê xwe ji dest didin.

Li Ewropayê hişmendiya bexşandina organan pir bilind e. Mesela ji sedî 80yê neqla qedaverîk tên kirin ên ku mirina mêjiyê wan temam bûne, ji sedî 20 jî bexşa ji zindiyan e.

Li welatê me û herêma me zêdetir neqla organan ji zindîyan e, yên ji jî qedaverîk in. Ev yek dilê min diêşîne, ji ber ku ew organên nayên bexşandin dikevin binê erdê û dirizin û dibin ax.

Ji ber wê bi xêra we em bangî xelkê xwe dikin ku bila organên xwe bibexşînin.”

Li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê, di halê heyî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 24 hezar û 424 çar kes li hêvîya neqla gurçik, 2582 kes kezeba reş, 3942 kes kornea, 1614 kes mêjî û hestî, 1374 kes dil, 192 kes pişik, 276 kes pankreas, kesek jî li hêviya neqla roviyê zirav in.