BioNTech/Pfizer bo derzîkirina zarokên 5-11 salî daxwaza destûrê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Kompaniya BioNTech/Pfizer li welatên Yekîtiya Ewropayê serî li Ajansa Dermanan a Ewropayê (EMA) da, ku ji bo zarokên di navbera 5-11 salî de jî destûra bikaranîna derziyê wergirin.

BioNTech/Pfizer daxwaza destûrê kiriye ku derziya wan ji bo zarokên 5 heta 11 saliyê jî were bikaranîn. Datayên ku encama testan nîşan didin jî pêşkêşî Ajansa Dermanan a Ewropayê kirine ku heman data li Amerîkayê jî hatine pêşkêşkirin.

Li gorî lêkolînê, derzî li ser 2 hezar zarokên temen 5 heta 11 salî hatiye testkirin. Doza wê 10 mikrograman hatiye kêmkirin. Zarokên ku hatine derzîkirin, heman nîşanên zarokên 16 heta 25 salî li ser wan hatine dîtin.

Li welatên Ewropayê niha bi şert û merc destûrê didin derzîkirina zarokên di ser 12 saliyê re. Kesên bi temen jî 6 mehan piştî doza duyemîn dikarin doza sêyemîn bikar bînin.

Rêveberiya Tendurustiya her welatî bixwe biryarê li ser doza sêyemîn dide. Komîsyona Vaksînê a Almanya Stiko heftiya derbasbûyî, ji bo kesên di ser 70 saliyê re pêşniyar kiribû ku doza sêyemîn li xwe bidin.