Karsazê Kurd Sebrî Ozel li Şemzînanê binkeyeke tenduristiyê vekir

16-06-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Karsazê Kurd Sebrî Ozel li Şemzînanê binkeyeke tenduristiyê vekir
Karsazê Kurd Sebrî Ozel li Şemzînanê binkeyeke tenduristiyê vekir
Nîşan Tenduristî Şemzînan Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Karsazekî Kurd ê bi navê Sebrî Ozel li navçeya Şemzînan a Colemerg a Bakurê Kurdistanê binkeyeke tenduristiyê ava kir.

Sabrî Ozel xelkê Şemzînanê ye û karsaz û dewlemendekî Kurd e, heta niha ji aliyê wî ve çend dibistan li navçe Şemzînanê û gundên wê hatine ava kirin. Sabrî Ozel herî dawî li Gundê Gareyê jî binkeyeke tenduristiyê vekir û binkeya tenduristiyê bi beşdariya xelkê Şemzînanê û gundên derdorê bi coşeke mezin hate vekirin. Niha jî xelk li bendê ye ku dewlet di demeke kurt de doktor û kelûpelên pêwîst bişîne Gundê Gareyê.

Sedema kêfxweşiya zarokan ew e ku li meydana Gundê Gareyê ya bi ser Şemzînanê vekirina binkeyeke tenduristiyê tê vekirin. Binkeya tenduristiyê ya ku dê du doktor û du hemşîre tê de kar bikin ji aliyê karsazê Kurd Sebrî Ozel ve Gundê Gareyê hatiye ava kirin.

Karsaz Sabrî Ozel got, “Dewlemendî tenê komkirin û berhevkirina pareyan nîne. Dewlemendî wesa xweş e ku mirov bi herkesê re parve bike ku herkes bibe şirîkê te. Ez gelek kêfxweş im ku ez xizmeta welatê xwe dikim. Ez karên xwe tînim Kurdistanê û dewlemendiya min digehe hemû kesan, dewlemendî jî wesa xweş e.”

Xelkê Gundê Gareyê û gundên derdorê jî bi vê xizmetê kêfxweş in. Binkeya tenduristiyê dê xizmeta 18 gundan bike û derdora 5 heta 6 hezar kes dê bikaribin xizmeta tenduristiyê li vê binkeyê werbigirin.

Xelka Gundê Gareyê Rehîma Bilimsel li ser vekirina binkeya tenduristiyê kêfxweşiya xwe anî ziman, “Her car em bi neçarî diçûn Şemzînanê, hindek caran nîvê şevê direngiya şevê em mecbur diman ji bo doktor biçin Şemzînanê. Niha vê de dê xizmetên tenduristiyê hema li vir bên dan, êdî birîndariyek tiştek hebe em ê li gundê xwe çareseriyê peyda bikin. em spasiya Sebrî Ozel dikin û emanetî Xwedê be.”

Melayê Gundê Gareyê Mela Sadî Yuce got, “Em gelek spasiya Sebrî Ozel û Celal Ozel dikin ew bûne wesîle ku li gundê me binkeyeke tenduristiyê bê vekirin.”

Rîspiyê Gundê Gareyê Muzaffer Akbaş diyar kir ku dê her kes dûayan bike ji bo binkeyê û got, “Ez li ser navê gundê xwe û xelkê gundê xwe gelek spasiya Sebrî Ozel dikim. Her dayikek, her kesek li wan gundan ji bo wan dua dikin.”

Sabrî Ozel û Celal Ozel du birayên xelkê navçeya Şemzînanê ne û heta niha di serî de vekirina dibistanan çend projeyên xizmetguzariyê ji aliyê wan ve hatine encamdan û her du birayan heman demê derfeta kar bo derdora 3 hezar gencên Şemzînanê peyda kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst