DUHOK - Ji bo nexweşên penceşêrê sindoqa alîkariyê hate danîn

Duhok (Rûdaw) – Doktorên li Duhokê bi taybetî jî doktorên zarokan bangewazî dikin, ji bo zarokên ku tuşî nexweşiya penceşêrê bûne, alîkarî were kirin. Herwiha Parêzgarê Duhokê jî ji bo alîkariya nexweşên penceşêrê sindoqek daniye.

 

Li gor amarên Rêveberiya Nexweşxaneya Hêviya Zarokan, malbatên zarokên ku tuşî penceşêrê bûne, nikarin xerca dermankirinê bidin û ji wan re giran tê. Ji ber vê yekê rêveberiya nexweşxaneyê diyar dike, ku ew neçar in li hemû deriyan bidin, da ku 210 nexweşên ku li nexweşxaneyê ne derman bikin.

 

Rêveberê Nexweşxaneya Hêviya Zarokan Dr. Nizar Bekir Yehya aşkere dike, ku ji bo her nexweşekî penceşêrê, ji 50 heta 60 hezar dolar ji bo dermankirinê pêwîst e û diyar dike, ku budceya nexweşxaneyê gelek kêm bûye û ji ber vê ew mecbûr in li deriyê hikûmetê û xêrxwazan bidin.

 

Parêzgarê Duhokê jî ji bo alîkariya nexweşên penceşêrê sindoqek daniye.

 

Karsazê bi navê Zikrî Beşîr piştgirî dide sindoqa alîkariyê û dibêje, ew bawer dike, ku hemû xelkê Duhokê dê piştevaniya vê alîkariyê bikin, çimku gelek pêdiviya alîkariyê heye.

 

Li gor projeya Nexweşxaneya Hêviya Zarokan, ji bo ku navendeke taybet bo dermankirina nexweşên penceşêrê ava bikin, pêwîstiya wan bi 6 milyon dolarî heye.