Li Tirkiyê 1.8 milyon kes ji ber madeyên hişbir hatine dermankirin

15-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku “Li Tirkiyê di navbera salên 2014-2021an de bi tevahî milyonek û 834 hezar û 489 kes ji ber madeyên hişbir hatine dermankirin.”

Parlamenterê CHPê Murat Emir di dema hevdîtinên budceya 2023an de, li Parlamentoya Tirkiyê ji Wezîrê Tendirustiyê, pirsa amarên bikarhênerên madeyên hişbir kir ku li nexweşxaneyan hatine dermankirin. Fahrettin Koca li Parlamentoyê bersiv neda, lê bi awayekî nivîskî bersiva xwe ragihand.

Koca got: “Li Tirkiyê di navbera salên 2014-2021an de bi tevahî milyonek û 834 hezar û 489 kes ji ber madeyên hişbir hatine dermankirin. Ji vê hejmarê 110 hezar û 113 kes li nexweşxaneyê razane û hatine dermankirin.”

Murat Emir got: “Eger kapasîte bê zêdekirin, dê hejmara kesên bên dermankirin zêde bibe. Ciwanên welat dikevin nav dafika madeyên hişbir û malbat bi tenê tên hiştin. Sala 2022an ji bo tekoşîna li dijî madeyên hişbir 1.7 milyar lîre hatiye xwestin, lê tenê 225 milyon lîre hatiye xwerckirin. Em dipirsin; `we çi ji pereyên zêde kir?` lê bersiv nadin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst