Li Awustralyayê ji her 8 xulekan kesek bi nexweşiya şekir dikeve

Hewlêr (Rûdaw) - Li Awustralyayê hejamare nexweşên şekir di zêdebûnê de ye. Peymangiha Tendûristiyê ya Australyayê ragihand ku ji her 8 xulekan kesek bi nexweşiya şekir dikeve.

Welatiya Awustralyayê Nathalie Browne nexweşa şekir e. Di temenê çar salî de bi nexweşiya şekir ketiye. Rojane rêjeya şekirê xwîna xwe dipîve.

Nexweşa şekir Nathalie Browne anî ziman "Weke wê yekê ye ku ti her tim li ser tenişta hevsengiyê derbas bibe, divê ti hevsengiya şekirê xwînê kontrol bike. Ev yek jî hêrs û aciziyê çê dike û rewşa derûnî têk dide."

Ji nêzîkî 26 milyon niştecihên Awustralyayê zêdetirî milyonek û 200 hezar nexweşên şekir hene. Peymangeha Tendurstiya Australya dibêje, di nav 24 demjmêran de nêzîka 180 kes bi nexweşiya şekir dikivin.

Tendirûstiya cîhanê dibêje li seranserê cîhanê nêzîkî 550 milyon nexweşên şekir hene.

Tê pêşbînîkirin ku hejmara wan heta sala 2030an bigihêje 650 milyonî û heta sala 2045an jî bibe nêzîka 790 milyonî.

Temenê piraniya kesên bi nexweşiyê ketine di navbera 20-79 salî de ne. Ji her çar nexweşan, sê li welatên mamnavend yan hejar de dijîn.

Tîrîsiya Marî ya 70 salî, yek ji wan 4 milyon nexweşên şekir e li Srî Lankayê, ew wek 2 milyon kesê birçî di nav welatê wê de, pereyên kirîna derman nîne.

Bijîşk Vasan got "Tevî ku bijîjk û perestar bi hemû hêza xwe hewl didin ku alîkariya nexweşên şekir bikin, lê hîn pirsgirêkên van nexweşan gelekin û her sal hejmara wan zêde dibe."

Ev di demekê de ye ku li welatên pêşketî, xwarina zêde tewaş yek ji sedemên pêketin bi nexweşiya şekir e, li welatên hejar jî birçîbûn sedema.