Varyanta Delta ya Covid-19 li Herêma Kurdistanê hat tomarkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, yekemîn rewşa pêketina bi varyanta Delta ya vîrusa Covid-19 li Herêma Kurdistanê hat tomarkirin û tekez kir, hejmara pêketina bi coronayê li herêmê li gor çend heftiyên derbasbûyî jî du qat zêde bûye.

Civata Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, îro li Hewlêrê bi amadebûna şêwirmend, rêveberên giştî û rêveberiyên xweparastina tendirustiyê yên parêzgehan derbarê rewşa Herêma Kurdistanê di warê belavbûna vîrusa coronayê de civiya.

Piştî civînê, Wezîrê Tendirsutiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzencî konferanseke rojnamevanî saz kir û ragihand, “Vîrusa coronaya guhertî ya ji corê Delta li Herêma Kurdistanê hatiye destnîşankirin, demeke zêde ye em dişopînin û niha piştrast bûye ku ev cor li Herêma Kurdistanê belav bûye.”

Saman Berzencî diyar kir, ji bo rûbirûbûna Covid-19, hişyariya tendirustiyê ji her tiştî giringtir e û daxwaz ji welatiyan kir, xwe baş biparêzin.