Dr. Aras Biradostî Xelata 'Baştirîn Pizîşk/Pêşkêşkarê 2021' a Tirkiyê wergirt

15-01-2022
RÛDAW
Dr. Aras Biradostî di dema wergirtina xelatê de li Stenbolê, îro Şembî 15ê Çileya 2022.
Dr. Aras Biradostî di dema wergirtina xelatê de li Stenbolê, îro Şembî 15ê Çileya 2022.
Nîşan Dr. Aras Biradostî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro li Stenbolê dabeşkirina xelatên Glopa Krîstal hat lidarxistin ku yek ji mezintirîn merasimên xelatkirinê yên salane li wî welatî ye û di merasimê de Dr. Aras Biradostî pêşkêşkarê Rûdawê, Xelata ‘Baştirîn Pizîşk/Pêşkêşkarê 2021’ wergirt. Aras Biradostî di peyamekê de ragihand, armanca me ev e ku xelk bi tendirustiyeke baştir bijîn.

Di destpêka her salî de, xelata salê bi piştgirêdana bi berhemên sala bihorî tên dayîn. Dr Aras Biradostî di dema wergirtina xelatê de bi zimanê Kurdî peyama xwe pêşkêş kir û ragihand, “divê ez bi Kurdî biaxivim, hêvîdarim ku bi başî peyama min fêm bikin, ev merasima ku we organîze kiriye, hêvîdarim sala bihê dûr ji Covid-19 û Corona em bi qelabaxliyeke zêdetir û bi coşeke mezintir organîze bikin.”

Dr. Aras Biradostî herwiah got, “Gelek spasiya we dikim ji bo hilbijartina min bo vê xelatê, ya em dikin di Tora Medyayî ya Rûdawê de, bi taybet jî di beşa tendirustî ya Tora Medyayî ya Rûdawê de hewleke ciddî ye ji bo hişyarkirina hemwelatiyan li hemû Kurdistanê, daku asta hişyariya xelkê derbasî asteke baştir bibe û xelk bi tendirustiyeke baştir bijîn.”

Biradostî diyar kir, Di hemû beşên Tora Medyayî ya Rûdawê de, “ji 2013-5-29 ve ku yekem roja weşana Rûdawê bû, me dest pê kiriye û heta niha jî em berdewam in.” Pêşkêşkarê bernameya tendirustiya Rûdawê tekez jî kir, “Gelek dilxweş im ku dirêjiya bandora peyama tendirustî ya li Rûdawê digihe xelkê xweştivî yê me li vir û ew bandor çê kiriye û bûye sedema wê yekê ku hûn bi bawerî ve Rûdawê hilbijêrin û xelat bikin.”

Navên kesayetiyan ji bo wergirtina xelatê ji aliyê komîteyeke taybet ve tên hilbijartin, salane bi dehan ajansên navxweyî û navdewletî di merasima dabeşkirina xelatan de beşdar dibin, rûmaleke berfireh li ser asta Tirkiyê jê re tê kirin û giringiyeke mezin didin merasimê.

Pêştir derbarê wergirtina xelatê de, Dr. Aras Biradostî ragihandibû, “Ev xelat hêjayî hevkarên min ên di Rûdawê de ye ne min, ya Rûdawê di tendirustiyê de kiriye û dike, ti dezgeheke medyayî ya Kurdç li ti beşeke Kurdistanê û cîhanê nekiriye. Li gel wê jî ya me dikin, erkê me ye û em dê berdewam bin.”

Dr. Aras Biradostî li Rûdawê bernameya ‘Dr. Aras’ pêşkêş dike ku bernameyeke tendirustî û pizîşkî ya giştî ye û yek ji wan bernameyên tendirustî û pizîşkî ye ku ji destpêka weşana Rûdawê û heta niha ji aliyê Dr. Aras Biradostî ve tên pêşkêşkirin. Fokusa wê bernameyê li ser şêwaz û stîla jiyanê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst