Wezareta Tendirustiyê: 70 pizîşik û karmend bi koronayê ketine

Rûdaw (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihand, zêdetirî 70 pizîşk û karmendên tendirustiyê bi koronayê ketine.

Dr. Mihemed Qadir Xoşnaw, Berdevkê Wezareta Tendirûstiyê ya Herêma Kurdistanê, ji Rûdawê re ragihand, ku ew 70 karmendên tendirustiyê, pizîşik, alîkarê pizîşik û perestar in.

Berdevkê Wezareta Tendirûstiyê derbarê pêdiviyên pizîşkî yên xweparastinê got, li gor standartên navdewletî kelûpelên xweparastinê ji bo pizîşik û stafa pizîşkî ya nexweşxaneyên koronayê hatine dabînkirin, weke masik, cilê taybetê xweparastinê û lepikan.

Mihemed Qadir Xoşnaw dibêje jî, ji bo nexweşxaneyên din ku taybet bi Coronayê nînin, ew nikarin heman pêwîstiyan dabîn bikin.