Wezareta Tendirustiyê: 70 pizîşik û karmend bi koronayê ketine

14-06-2020
RÛDAW
Nîşan Coronavirus Covid-19 Herêma Kurdistanê Pizîşk Karmendên Tendirustî Wezareta Tendirûstiyê Mihemed Qadir Xoşnaw
A+ A-

Rûdaw (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihand, zêdetirî 70 pizîşk û karmendên tendirustiyê bi koronayê ketine.

Dr. Mihemed Qadir Xoşnaw, Berdevkê Wezareta Tendirûstiyê ya Herêma Kurdistanê, ji Rûdawê re ragihand, ku ew 70 karmendên tendirustiyê, pizîşik, alîkarê pizîşik û perestar in.

Berdevkê Wezareta Tendirûstiyê derbarê pêdiviyên pizîşkî yên xweparastinê got, li gor standartên navdewletî kelûpelên xweparastinê ji bo pizîşik û stafa pizîşkî ya nexweşxaneyên koronayê hatine dabînkirin, weke masik, cilê taybetê xweparastinê û lepikan.

Mihemed Qadir Xoşnaw dibêje jî, ji bo nexweşxaneyên din ku taybet bi Coronayê nînin, ew nikarin heman pêwîstiyan dabîn bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst