Sedî 20ê zarokan nexweşiyên derûnî hene

14-06-2016
RÛDAW
Nîşan zarok nexweşiyên derûnî xemokî diltirsî derûnî derûnnasî
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) - Pisporê derûnî, Danyal Sedî dibêje li asta cîhanê ji sedî 20ê zarokan bi nexweşiyên derûnî dikevin.


Ji bilî nexweşiyên laşî girîng e dêwbav bala xwe bidine nexweşiyên derûnî ku zarokên wan rastî tên. Eger nexweşiya derûnî ya zarokekê hebe û neyê çareserkirin, şiyana fêrbûn û jêhatîbûna wan paş dikeve.


Dr. Sedî ji Rûdawê re got pêhesîna nexweşiyên derûnî di zarokan de ji bo dêwbav zehmet e, çimkî zarok wekî mezinan nikarin behsa derûniya xwe bikin.


Sedî got: "Dema zarok diltirs dibin, bi xwe ve mîz dikin, telîkên xwe dimijin û xwe ji mirovan dûr digirin."


Gelek cûreyên nexweşiyên derûnî bi zarokan re hene. Xemokî, diltirsî (anxiété), û balnedan hinek ji wan in. Eger bi zarokan re tevgera zehf, kêmasiya baldariyê, nevebûna zimên hebe divê dêwbav wan bibine pijîşk.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst