Dr. Aras Biradostî Xelata `Baştirîn Pizîşk/Pêşkêşkarê 2021` werdigire

Hewlêr (Rûdaw) - Dr. Aras Biradostî li Stenbolê Xelata `Baştirîn Pizîşk/Pêşkêşkarê 2021` werdigire

Roja şemiyê demjimêr 15.00 li bajarê Stenbol ê Tirkiyê merasîma dabeşkirina xelatên Gulopa Krîstal birêve diçe û pêşkêşkarê bernameya tendirustî ya Rûdaw TVyê Dr. Aras Biradostî jî Xelata `Baştirîn Pizîşk/Pêşkêşkarê 2021` werdigire.

Her sal di 15ê Çileyê de merasîm birêve diçe û di warên huner, sînema, werziş, tendirustî, teknolojî, edeb û warên din de, kesên di warên xwe de wek `herî baş` hatine diyarkirin, tên xelatkirin.

Dr. Aras Biradostî jî di lîsteya xelatên Gilopa Krîstal de cih girt û wek Baştirîn Pizîşk/Pêşkêşkarê 2021 hat hilbijartin, ew jî ji ber projeyên tendirustî yên Tora Medyayî ya Rûdawê û rola bibandor a di belavkirina hişyariya tendirustî de.

Nav ji aliyê komîteyeke taybet ve tên hilbijartin, salane bi dehan ajansên navxwe û navdewletî beşdar dibin.

Bernameya `Dr. Aras`

Dr. Aras Biradostî li Rûdawê bernameya `Dr. Aras` pêşkêş dike ku bernameyeke tendirustî û pizîşkî ya giştî ye û yek ji wan bernameyên tendirustî û pizîşkî ye ku ji destpêka weşana Rûdawê û heta niha ji aliyê Dr. Aras Biradostî ve tên pêşkêşkirin. Fokusa wê bernameyê li ser şêwaz û stîlê jiyanê ye.