Bijîşkek li Mûsilê ji 26 hezar astengdaran re dest û lingan çêdike

FÎÇER - Li Mûsilê, keçeke ciwan û destrengîn, bijîşkeke pispor di dirustkirina dest û lingên çêkirî de, hêviyek li astengdarên (nivîşkan) Mûsilê vegerandiye.

Bijîşk Tuqa Ebdilletîfê ev nêzîkî salekê ye projeyeke ji bo diristkirina dest û lingên çêkirî daye destpêkirin.

Vê yekê jî bişirînek xistiye ser lêva hejmareke mezin a astengdarên ango kesên xwediyê pêwistiyên taybet ên Mûsilê.

Bijîşk Tuqa Ebdilletîfê got:

"Em alîkariya wan kesan dikin ku şiyana wan a diravî kêm e. Em bi hevkariya çend saziyên xêrxwaziyê alîkariya wan dikin."

Dest û lingên çêkirî qalibên wan ên cuda cuda hene.

Tuqa Ebdilletîfê diyar kir ku ew dest û lingên pêştir jê hatine xwestin çêdike û got:

"Pêşî me hest kir ku demeke dirêj pêwîst e ji bo ku xelk baweriya xwe bi me bînin lê şikir ji Xwedê re di destpêkê de gelek kes hatin.

Niha em dizanin bê çiqasî pêwîstiya van kesan li bajarê Mûsilê bi me heye. Ev bû sedemek ji bo berdewamiya me."

Mistefa Hemadî kesekî astengdar ê bajarê Mûsilê ye.

Ev cara duyem e ku Mistefa Hemadî serdana Projeya Hengawê dike da ku lingekî çêkirî jê re dirust bike.

“Li vê derê derûniya min aram dibe”

Mistefa Hemadî da zanîn ku ji ber nexweşiya şekir lingekî xwe ji dest daye û got:

"Ev cara duyem e ku ez têm serdana vê projeyê. Gava ez têm e vir, derûniya min pir aram dibe.

Bi saya reftar û gotinên wan ên xweş, bi gotinên xwe xemên min pir sivik dikin. Ez wisa dibêjim ne ji bo ku lingekî ji min re çêbikin lê derûna min li vir aram dibe."

Qonaxên dirustkirina dest û lingên çêkirî

Derbarê qonaxên dirustkirina dest û lingên çêkirî Tuqa Ebdilletîf got:

"Parçeyên çêkirî çend qonaxên wan hene, dîtina kesê nexweş pir girîng e, ji bo em bizanibin êşên wî çi ne û çi pirsgirêkeke wî heye.

Pêşî, em li çîroka wî guhdarî dikin, paşê em planekê datînin ji bo ku em bibînin ka em çawa dikarin alîkariyê bikin. Em tevahiya nexşeyê dinivîsin da ku em jiyana wî biguherin.

Di qonaxa duyem de, em biryar didin kîjan parçeyê çêkirî jê re dirust bikin.

Çi ling be yan jî dest, em pîvanên wî werdigirin û em hemî zanyariyên kesê nexweş dinivîsin û dûv re em qalibekî taybet jê re çêdikin."

Jin û mêr, mezin û piçûk û zarok jî li wir têne çareserkirin.

Herwiha qalibên taybet ji bo zarokên astengdar hene.

Tuqa Ebdilletîfê herwiha got:

"Tiştê ku hişt ez vê projeyê vekim ew e ku zarok di temenekî piçûk de hewcedarî plastîkê ne, da ku dema mezin bibin pêdiviya wan bi neştergeriyê nebe.

Em rê nîşanî xelkê didin ku di zaroktiyê de parçeyên plastîkê ji bo zarokên xwe bi kar bînin, her wiha divê gelek caran serdana navendên tenduristiyê jî bikin."

“Em nirxekî sembolîk distînin”

Tuqa Ebdilletîfê eşkere kir ku parçeyên plastîkê bi şêwaz û rengên cuda ji zarokan re çêdike wiha domand:

“Em nirxekî sembolîk distînin ku tenê pereyên xerciyan in, me hewl da ku ew pere jî ji aliyê saziyên xêrxwazî ve werin dayên, ji ber ku rewşa aborî ya xelkê ne baş e.

Em dizanin ku berî ew werin ba me, serdana gelek doktoran kirine û gelek pere xerc kirine.

Piştî ku me ev proje damezrand, me xwest xizmeta xelkê vî bajarî bikin ên ku astengdar in.

Piştî ku em pê hesiyan ku hejmara astemgdaram nexasim ên ku dest û lingên xwe ji dest dane, zêde ye.

Li Mûsilê, bêtirî 26 hezar kesan dest û lingên xwe ji dest dane û her ku diçe hejmara wan zêdetir jî dibe."

Ji ber nexweşiya şekir û herwiha şerên ku li Îraqê qewimîn, bi taybetî şerê dawî yê dijî DAIŞê hejmara kesên bê dest û ling li Mûsilê ji bajarên din pir zêdetir e.

Li gorî gotina astengdarên Mûsilê, Projeya Hengawê bêhna xelkê hinekî bi ber wan ve aniye.