Hevberdan pêgir e!

13-11-2013
RÛDAW
A+ A-

 

 

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor lêkolîneke demdirêjî berdana hevjînan pêgir e. Bi heman lêkolînê eşkere bû ku li gor hevaltî û xizmîtiya kesên hev berdidin asta bandora li ser kesên din bilind dibe.

Dema hevjîn ji hev cuda dibin ango hev berdidin, bandoreke neyînî li derdorê jî dibe. Li gor lêkolîneke demdirêjî ya di kovara babetî “Social Forces“ de derket, hevberdana hevjînan dibe sedem ku derdor jî teşwîkî hevberdanê bibe. Lêkolîna ji hêla Zanîngeha Brown ya li eyaleta Rhode Island a Amerîkî ya di bin serpereştiya Rose McDermott de hatiye birêvebirin û hevberdanên 10 hezar kesên ji sala 1948ê de bi hûrbînî di ber çavan re hatin derbaskirin.  

 

Li gor encamên bi dest ketine, dema hevalekî nêzîk ji hevjîna xwe cuda dibe, % 75 bandora neyînî li wî jî dike. Bi gotineke din; Ew jî teşwîkî hevberdanê dibe. Herwiha dema xizmê kesekî ji hevjîna xwe cuda dibe, % 33 bandora neyînî ya bi heman şêweyî dike.

 

Li gor serpereşta lêkolînê McDermott, pêwist nake ku mirov ji ber metirsiya çêbûna hevberdanê xwe ji kesên dixwazin ji hev cuda bibin dûr bike. Li şûna vê yekê bila mirov hewl bide têkiliya nava hevjînan de germtir bike. Afirandina vê germiyê ji hêla êrênî ve dikare bandorê li kesê şîretker bi xwe bike.

 

“Pêgiriya Civakî“ ji mêj ve di nava derûnnas û civaknasan de tê gotûbêjkirin. Li gor hinek lêkolînan di heman çarçoweyê de dema zarokek ji derdorê re çêdibe, daxwaza hebûna zarokekî di nava derdor û hevalên hevjînan de jî geş dibe. Hirwiha hevberdana di nava kesên zarokên dêbavên wan ji hev cuda bûne ji yên din gellektir e. 

 

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst