Li Zaxo germahî bandorekî xirab li zarokên kampan dike

13-07-2019
Yûsif Mûsa
Rewşa koçberên li kampa Çemişko ya Zaxo xirab e
Rewşa koçberên li kampa Çemişko ya Zaxo xirab e
Nîşan Zaxo Duhok Kampa Çemişko Germahî Zarok
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) – Bilindbûna pileyên germayê rewşa koçberên Kampa Çemişko li Zaxo xirab kiriye û amûrên hênikirinê di nava kampê de nînin. Rewşa zarokên kampê ji hemûyan xirabtir e û ji ber germayê, rewşa wan ya tendirustî têk diçe.

 

Ji ber bilindbûna germayê li Kampa Çemişko ya Zaxiyê reşwşa tenduristî ya zarokan têk duce û rojane di nexweşxaneyan de têne çareserkirin.

 

Penaberên li kampê daxwaza peydakirina elektrîka pêwîst û alîkariya bilez bo kampên koçberên Zaxo dikin. Li gor amaran li parêzgeha Duhokê, zêdetir ji 40 hezar zarokên koçber di nava 16 kampên bajêr de dijîn.

 

Penabera kmapê Ezîza Heyder ji Rûdawê re dibêje: “Sê zarokên min ji ber germê gelek zehmetiyan dibînin. Zêde germ e, ez zarokên xwe dibim nexweşxaneyê, gelek zehmet e, jixwe ez bixwe jî niştergerî kirime.”

 

Berpirsên Navenda Tenduristî ya Kampa Çemişkoyê dibêjin ji deh nexweşên wan 6 ji ber bilindbûna germayê ne.

 

Bijîşk dibêjin divê zarok rojê ji saet 10.00 heta 16.00 dernekevin derve.

 

Pisporê Nexweşiyên Zarokan Cindî Osman jî dibêje: “Nexweşiya wan piitr zikçûne. Eger nexweşiyên wek zerek û yên din hebe em wan ji bo nexweşxaneya giştî dişînin.”

 

Li gor amarên fermî 40 hezar zarokên Kurdên Êzidî li 16 kampên koçberan hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst