Lêkolîn: Penîs her ku diçe mezin dibin!

13-05-2024
RÛDAW
Nîşan Penîs Mezinbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di van 30 salên dawî de penîs bi qasî nîvê çaryekekê mezin bûne

Lê belê nûçeya ku îhtîmal e gelek kes pê bikene, li gorî lêkolîneran paşxaneyeke wê ya xemgîn heye.

Tîma lêkolînê ya Zanîngeha Stanfordê ya Amerîkayê di navbera 1942 û 2021ê de dirêjahiya 55 hezar û 761 penîsên cûda tomar kir û 75 lêkolînan daneyên cûda berhev kirin.

Di lêkolînê de hat dîtin ku dirêjahiya penîsê repbûyî ji sala 1992yan heta 2021ê bi rêjeya ji sedî 25an ji 12,2an derketiye 15,2 santîmetreyan.

Dane herwiha nîşan didin ku dirêjahiya halê daleqiyayî (ne repbûyî) ya nîvekî jî 8,6 santîmetre bûye.

Profesorê Urolojiyê yê Zanîngeha Bijîşkî ya Stanfordê Michael Eisenberg ji wê yekê nîgeran e ku mezinbûn dikare bi rûbirûbûna kîmyewiyên zererdar re têkildar be.

“Her mezinbûnek cihê nîgeraniyê ye”

Dr. Michaela Eisenberg got, “Her guherîneke gelemperî bi mezinbûna fîzîkî re cihê nîgeraniyê ye ji ber ku pergala me ya hilberandinê yek ji beşên herî giring ên biyolojiya mirovan e.

Dema ku em guherîneke wisa bilez dibînin, ew destnîşan dike ku tiştekî bihêz di laşê me de diqewime. Divê em sedema van guherînan diyar bikin.

Gelek faktorên rûbirûmayîna kîmyewî yên wekî pesticide (dermanê kêzikan) an hilberên paqijiyê yên ku bi pergala me ya hormonê re têkildar in dikarin rolekê bilîzin.”

“Dikarin zûtir balix bibin”

Eisenberg wiha pê de çû, “Gelek madeyên kîmyewî dê li hawîrdora me û di xwarinên me de hebin

Zarokên keç û kur ên ku madeyên kîmyewî bandorê li wan dikin, dibin sedem ku zûtir balix bibin û ev jî dikare bandorê li mezinbûna genîtal bike.”

Tîma lêkolînê gihîşt vê encamê:

“Ji ber bandora girîng a mezinbûna genîtalê ya li ser fonksiyona mîzê û hilberînê, lêkolînên paşerojê divê hewl bidin ku vê meylê piştrast bikin û nas bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst