Xortekî şingalî 48 bîrayan vedixwe û serxweş nabe

Şengal (Rûdaw) - Li devera Giruzêr a girêdayî qezaya Şengal, ciwanekî 29 salî dibêje, 48 qutiyên bîrayê vexwarinê û serxweş nebûye.

Husên her roj meyê vedixwe. Karker e li Hewlêr, Dihok û Zaxo. Pereyên karê xwe dide meyê, nemaze bîrayê vedixwe.

Elî Mehcan, ku cîranê wî xortî ye, dibêje: “Husên di rojekê de 48 qutiyên bîrayê vexwarinê ku rêjeya alkola wê ji sedî 8 bû. Husên demjimêr 10 dest bi vexwarina wan 48 qutiyan kir heta 12ê bi şev, lê sermest nebû.”

Husên Cebûr ji Rûdawê re got, ew nikare rojekê bê mey derbas bike: “Ger pereyên min jî nebin, pereyan deyn dikim û meyê bi wan dikirim.” Husên herwiha dibêje bav û birayên wî pereyan nadinê, çiku dizanin ew wan dide meyê û tew berî çend rojan bavê wî li ser vexwarinê lêdaye: “Min jî dû re ji qehran 12 qutiyên bîrayê û botlek û nîv Whisky daqurtand.”

Xalid Acûl, xwediyê dikanekê firotina meyê ye li tenişta mala Husên. Xalid got, bavê Husên ew agahdar kiriye ku meyê bi deyn nede kurê wî: “Bavê Husên hemû dikandarên Giruzêr şiyar kirine ku meyê bi deyn nedin Husên.”

Husên hemû rêyan bi kar tîne ji bo peydakirina meyê û dibêje: “Pirraniya dikandaran niha şerabê bi qerz nafiroşin min. Lewma rojekê min cilên leşkerî li xwe kirin û çûm ba dikandarekî da ku meyê bide min, çiku dizanin ku leşkerî û pêşmerger meaşê wan kêm e.”

Li gor gotina Xalid Acûl, niha hejmareke zêde ya ciwanên Şengal dest bi vexwarina meyê kirine: “Çiku mey li ba me êzdiyan ne heram e. Ciwan vexwarinê normal dibînin û pirraniya wan heta botlek dido whisky venexwin, serxweş nabin.”