Li Amedê stokên xwînê diqedin; Têra 1-2 rojan xwîn maye

13-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Herêmî yê Heyva Sor a Tirkiyê Naîf Yilmaz ragihand ku stokên xwînê yên li parêzeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di asta krîtîk de ne û got "têra 1-2 rojan stoka xwînê maye".

Ji ber ku li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li navendên Heyva Sor a Tirkiyê stokên xwînê daketin asta krîtîk, ji neçarç hin neştegerî hatin paşxistin.

Li Amed her çend negihîştiye wê astê ku neştergerî bêne paşxistin jî, lê stoka xwînê ber bi xilasbûnê ve diçe.

Rêveberê Herêmî yê Heyva Sor Naîf Yilmaz ji Amîda Haberê re axivî û diyar kir ku stoq di asteke krîtîk de ne û got, “têra 1-2 rojan stoka xwînê maye.”

Yilmaz da zanîn ku eger li bajêr bûyerek giran rû bide dê pirsgirêka xwînê derkeve û wiha got: “Li nexweşxaneyan bi awayeke cidî pirsgirêka peydakirina xwînê heye. Divê em her hefte ji bo zarokên bi talasemiyê xwînê bişînin. Xwîna ji bo van zarokan tê şandin kêm e.

Em nikarin têra wan xwînê bişînin bo nexweşxaneyan. Nexweşxane heta ku rewşeke cidî nebe divê neştergeriyan paş bixe.  Em bi pirsgirêkek cidî re rû bi rû ne.

Eger li bajêr bûyereke giran rû bide dibe ku em bi pirsgirêka xwînê re rû bi rû bimînin. Em nikarin bi stokên heyî pêdiviya xwînê bi cih bînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst