Ji her 10 karmendên tenduristiyê 8 ji wan deyndar in

13-03-2023
RÛDAW
Nîşan Tenduristî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê karmendên sektora tendirûstiyê debara jiyana xwe ya rojane bi deynan dikin û ji sala 2019an heta niha rêjeya wan karmendan %69.6 bo %81.1 zêde bûye. Herwiha %92.2ê wan jî ji ber nikarin deynên xwe bidin difikirin dest ji kar berdin an jî xanenîşîn bibin.

Sendîkaya Tendirûstî-Kar (Saglik- Iş) bi helkefta Cejna Pizîşkî 14ê Adarê li ser pirsgirêkên civakî û aborî yên karmendên sektora tendirûstiyê rapirsiyek bi navê “Lêkolîna Pirsgirêkên Rojane yên Karmendên Tendirûstiyê-Adara 2023” kiriye û li gor wê rapirsiyê hejmara karmendên deynên wan hene zêde bûye û ji siberoja xwe nîgeranin.

Li gor rapirsiya Sendîkayê ya 2019an rêjeya karmendên tendirûstiyê yên deyndar %69.9 bûye û ew rêje di sala 2021ê de derketiye %72.8 û sala 2022an jî bûye %75.3, herwiha di rapirsiya Adara îsal de jî ev rêje bo %81.1 zêde bûye. Li gor wan amaran rêjeya karmendên tendirûstiyê yên deyndar di nav 4 salan de 11.5 puan û di sala dawî de jî 5.8 puan zêde bûye.

Li gor lêkolînê %75ê karmendên tendirûstiyê dahata wan a mehane di bin 20 hezar lîre de ye û %92.1ê wan deyndarên bankeyê, %19.8 deyndarên malbata xwe û %14.3 jî deyndarên hevalên xwe ne.

Herwiha di lêkolînê de tê gotin ku li Tirkiyê beşeke zêde ya karmendên tendirûstiyê rûbirûyê tûndûtîjî, zordarî, mobbing û bêrûmetiyê dibin. Di dema erdheja 6ê Sibatê de jî ji her 10 karmendan 3 kesan serlêdan kirine ku li herêma erdhejê xwebexş kar bikin lê tenê rê bo kesekî hatiye dayîn.

Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) ragihandibû ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di sala 2023an de jî koça pizîşkan bo derveyî Tirkiyê berdewam e û di 2 mehên îsal de (Çile-Sibat) 465 pizîşkan daxwaza belgeya çûna welatên din kirine û ev jî tê wateya rojane zêdeyî 7 pizîşk ji Tirkiyê koç bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst