Yekîtiya Pizîşkên Tirk: Li herêma erdhejê nexweşiya zikçûnê destpê kiriye

13-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Yekîtiya Pizîşkên Tirk zikçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) ragihand ku li herêma erdhejê ku 11 parêzgehan li xwe digre nexweşiya zikçûnê destpê kiriye û eger heye hejmarek din ên nexweşiyan çêbibin.

Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) piştî erdheja Mereşê ya 6ê Sibatê ku bandor li 10 parêzgehan kiriye bi beşdarbûna Seroka Encûmena TTBê Şebnem Korur Fincanci û hejmarek endamên navendê civîneke online ya nirxandina rewşê saz kir.

Duyem Serokê TTBê Ali Ihsan Okten derbarê rewşa herêma erdhejê de dibêje pirsgirêka derman û alavên pizîşkî zêde ye û ji ber ava paqij nîne nexweşî çêdibin. Okten amaje bi wê yekê dide ku bûyerên nexweşiya zikçûnê çêdibin û dibêje, ji bo rê li nexweşiyan bê girtin divê kar û xebat bên zêdekirin.

Endamê Encûmena Hatayê Onur Naci jî behsa wê yekê dike ku li herêma erdhejê pirsgirêkên wek cihê starê, xwegermkirin, tuwalet û gemarê berdewam in û ti xebatek nîne ku ev pirsgirêk bên çareserkirin. Naci dibêje: “Destpêkê me karê tendirûstiyê li nav çadiran birêve bir û nêzîka 400 serlêdan çêbûn û her diçe jî zêde dibin. Li parêzgehê yek nexweşxaneya taybet maye ku neherifî ye. Lê Wezareta Tendirûstî fermanek daye ku kesên xwebexş kar nekin.”

Seroka Encûmena TTBê Şebnem Korur Fincanci jî ragihand ku wan di 11ê Sibatê de ji bo Wezareta Tendirûstî ya Tirkiyê nameyek şandine û bal kişandine ser tendirûstiya dayik û zarokan ku kesên herî zêde di erdhejê de rûbirûyê zehmetiyan bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst