GIRKÊ LEGÊ – Navendek ji bo zarokên bi penceşêrê ketine hat vekirin

12-09-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan Girgê Legê Penceşêr Navenda Fereh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê, ji bo guhdariya li zarokên bi penceşêrê ketine û alîkariya bi wan re, navendek hat vekirin.

Li Rojavayê Kurdistanê bi sedan nexweşên penceşêrê hene lê ji ber nebûna navendên bijîşkî piraniya wan neçar in biçin Şamê yan Herêma Kurdistanê da ku xwe derman bikin.

Li bajarokê Girkê Legê ya Dêrika Hemkoyê, ji bo zarokên bi penceşêrê ketine Navenda Ferehê hat vekirin.

7 karmend bi awayê xwebexş dixebitin

Li Navenda Ferehê 20 zarokên bi penceşêrê hene û 7 karmendên xwebeş dixebitin

Karmend dibêjin ji ber derfetên wan ên darayî kêm in ew nikarin hejmareke zêdetir wergirin.

Xwebexşekî navendê diyar kir ku ew çalakiyên dilxweşkirinê ji zarokan re li dar dixin û wan fêrî gelek tiştan dikin.

Xwebexşa li Navenda Ferehê Hoşîna Mîrzayê got, “Zêdeyî salekê ye navenda me hatiye vekirin. Mebest ji vî karî ew e ku alîkariya zarokên tûşbûyên penceşêrê bê kirin. 20 zarokên tûşbûyên penceşêrê li vê navendê hene.”

Pirsgirêkên darayî hene

Bi gotina endamekî wê navendê, heft kesên xwebexş li wê navendê dixebitin lê ji ber rewşa darayî ew nikarin zêde zarokan wergirin.

Xwebexşekî din jî ê li Navenda Ferehê got:

"Li vê derê, em çalakiyên dilxweşkirin û fêrkirinê pêşkêş dikin. Herwiha em alîkariya derûnî  didin zarokên tûşbûyên penceşêrê.

Guhdaneke taybet ji bo wan pêwîst e. Herwiha li civakê jî guhdaneke berdewam ji wan re pêwîst e. Spas ji Xwedê re me ev navend bi erkê xwe yê takekesî vekiriye.

Helbet pêwîstiya zarokan bi alîkariyê heye ji ber ku ew diçine Şamê ji bo wergirtina tedawiyê.”

Hejmara zarokên tûşbûyî ji wan 20 zarokan bêhtir e lê ew navend bêhtir ji wê hejmarê nikare li xwe bigire.

Yekem navend e li navçeyê

Rêvebera Navenda Ferehê Lîna Mîrzayê jî got, “Yekem navend e ku li navçeyê alîkariya zarokên tûşbûyên penceşêrê dike. Vê navendê bandoreke baş li ser zarokan kiriye piştî ku hatine navendê.

Yek ji wan Mihemed e û ew nû tûşî penceşêrê bûye. Wî berê ji dibistanê hez dikir û dixwest li gel hevalên xwe bigere û bilîze lê piştî ku tûşî penceşêrê bû êdî ji zarokan dûr ket.

Piştî ku me pêwendî li gel wî û kesûksarên wî kir û jê re behsa projeya xwe kir, êdî hate navendê û derûniya wî gelekî guherî."

Li navçeyên Rojavayê Kurdistanê, bi sedan tûşbûyên penceşêrê ji jin, zarok û zilaman hene lê bi sedema nebûna navendên bijîşkî yên pispor ew gelek zehmetiyê di çareseriya tenduristiyê de dibînin.

Nexweş ji bo tedawiyê neçar dibin biçine Şamê yan bêne Herêma Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst