Yûsif Elwan otîstik e û li kampa penaberan dijî

Hewlêr (Rûdaw) – Yûsif Elwanê bi otîzmê li Kampa Gwêlanê ya Duhokê dijî û malbata wî ji ber hejariyê nikare wî bişîne navenda otîzmê.

Yûsif Elwan zarokekî otîstîk e û ji Rojavayê Kurdistanê ye.

Wefa Îsmaîl a dayîka Yûsif Elwan ji Rûdawê re behsa kurê xwe kir.

Wefa Îsmaîl diyar kir ku bi sedema rewşa xwe ew nikare liv û tevgerek baş bike û got:

“Temenê wî sê sal bû em pê hesiyan ew otîzm e. Me bir cem bijîşkan û ji me re gotin ku divê hûn bibin navêndên taybet. Kes alîkariya min nake û ez jî nikarim ji bo wî tiştekê bikim.”

Yûsif Elwanê 8 salî bi sedema rewşa xwe di nav zarokan de, rastî zehmetiyan dibe lewma ew bêhtir dema xwe bi telefonê re derbas dike.

Malbata wî jî nikare ti çareyekê jê re bibîne.

Li nav Kampa Gwêlanê li gorî zanyariyên ku hatin bidestxistin zêdeyî 5 zarokên otîstîk ên weke Yûsif hene.

Nûçe: Ronak Qewas