Berlîn (Rûdaw) – Bijîkê Kurd Dr. Bemo Namiq ji bo kurê xwe yê bi otîzmê çû Brîtanyayê û niha ji bo zarokên Kurd ên bi otîzmê hişyariyên girîng dide.
Rûdaw, ji bo ku derbarê otîzmê de hişmendiya xelkê zêde bike ev hefteyek e ku weşan û bernameyên taybet çêdike.
Rûdaw, bi rêya van weşan û bernameyan dixwaze ku haya xelkê ji mijarê çêbibe û nêzîkbûna wan a li hemberî kesên bi otîzmê rasttir be.
Dr. Bemo Namiq bû mêvanê bernameya Diyasporayê ya ku Hêmin Evdila di Rûdaw TVyê de pêşkêş dike û behsa tecrubeya xwe ya li ser otîzmê ya ku li Brîtanyayê bi dest xistiye kir.
Dr. Bemo Namiq, da zanîn ku Brîtanya ji bo kesên bi otîzmê salane nêzîkî 32 milyar poundan xerc dike û girîngiyeke taybet dide van kesan.
Bi gotina Dr. Bemo Namiq, hinek faktor hene ku otîzmê zêde dikin û li Kurdistanê faktora “civak”ê derdikeve pêş.
Ji bo perwerdeya kurê xwe yê bi otîzmê çûbû Brîtanyayê
Dr. Bemo Namiq, berê ji bo perwerdeya kurê xwe yê bi otîzmê çûbû Brîtanyayê û niha vê tecrubeya xwe ji bo zarokên Kurdistanê vediguhêze.
Li gorî Dr. Bemo Namiq, divê di 4 xalan de behsa otîzmê were kirin û ev xal bi vî rengî ne:
-Xala yekem teşxîsa otîzmê ye.
-Xala duyem perwerdeya kesên bi otîzmê ye.
-Xala sêyem rewşa malbatê ya aboriyê ye.
-Xala çarem jî teşxîsa wan nexweşiyên din ên bedenî ye ku bi kesê bi otîzmê re peyda bûne.
Bijîşkê Kurd, li ser rewşa kesên bi otîzmê jî wiha got:
“Piraniya van kesan nikarin biaxivin, ji ber vê yekê jî girîng e ku nexweşiyên wan bêne teşxîskirin. Ev 4 xalên ku me behsa wan kir ji bo tevên wan kesên ku zarokên wan ên bi otîzmê hene derdikevine pêş.”
“Nêzîkbûna hestî xisarê dide zarokên bi otîzmê”
Dr. Bemo Namiq, amaje pê kir ku di mijara otîzmê de li Kurdistanê faktora “civak”ê jî derdikeve pêş û pê de çû:
“Gelê Kurd, gelekî dilşewat û nêtpak e lê ev hestiyarî gelek caran xisarê dide zarokên bi otîzmê. Mixabin malbatên ku zarokên wan bi otîzmê ne ji destpêkê ve rûbirûyî pirsgirêkên cuda cuda dibin.
“Ne tenê pirsgirêka şexsan e, ya civakê ye jî”
Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka şexsan e, ya civakê ye jî. Wekî mînak dema ku em li Silêmaniyê bi wan malbatan re diaxivin ku zarokên wan ên bi otîzmê hene dilê me dişewite.”
“Otîzm ne nexweşî ye, hayjêbûn e”
Bijîşkê Kurd amaje pê kir ku “Otîzm ne nexweşî ye, hayjêbûn e” û berdewam kir:
“Ji ber ku otîzm ne nexweşî ye, jê re ji dermankirinê zêdetir têgihiştin lazim e. Ku ev yek were fêhmkirin dê jiyan ji bo wan hêsantir bibe.
“Ji bo zarokan bernameyeke taybet tê amadekirin”
Wekî mînak li Brîtanyayê ev zarok dikarin herin dibistanan. Li wê derê pêvajoya nirxandinê heye. Bijîşk, terapîstên taybet û norolog tevlî vê pêvajoyê dibin. Piştî vê jî ji bo zarokan bernameyeke taybet tê amadekirin.
Malbatên wan zarokan alîkariya aborî werdigirin. Dibistan tên van zarokan dibine perwerdeyê, li dibistanan ji bo wan jûrên taybet hene.
“Mixabin li Kurdistanê tiştên wisa nînin”
Bijîşk zûtir civan didine van zarokan ev hêsanî li tevên saziyên fermî hene lê mixabin li Kurdistanê tiştên wisa nînin.”
Bijîşkê Kurd got ku divê Herêma Kurdistanê ji bo otîzmê xebatên jidil bike û got:
“Divê ji bo zarokên bi otîzmê bernameyeke taybet hebe. Divê Wezareta Perwerdeyê vê yekê li dibistanan bike, herwiha divê Wezareta Tenduristiyê jî vê yekê bike.
Tê gotin ku li Herêma Kurdistanê 3 hezar û 600 kesên bi otîzmê hene lê bi ya min hejmara rastî ji vê zêdetir e.
“Ji bo otîzmê 32 milyar pound têne xerckirin”
Li Brîtanyayê ji bo nexweşiyên dil salane 8 milyar pound, ji bo penceşêrê 12 milyar pound têne xerckirin lê ji bo otîzmê 32 milyar pound têne xerckirin.
Divê rayedarên Herêma Kurdistanê jî girîngiya mijarê fêhm bikin. Ku îro li Herêma Kurdistanê 3 hezar û 600 kesên bi otîzmê hebîn ev tê wateya ku jiyana van malbatan a rojane ne asayî ye.
“Dê û bavên van zarokan nikarin yek rojê jî bi rehetî rakevin”
Piştrast bin ku dê û bavên van zarokan nikarin yek rojê jî bi rehetî rakevin. Ji ber vê jî divê Hikûmet xebatên gelekî cidî bike û dibistanên taybet veke.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse