Hêk bejna zarokan xweşik dike

12-06-2017
RÛDAW
Nîşan Zarok Hêk Bejn Ekvador
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî lêkolînan, eger her roj hêkekî bidin zarokan, bejna wan zirav û birêkûpêk dibe.

 

Lêkoler dibêjin, xwarina hêkan dikare bibe çareseriyeke hêsan ji bo wan zarokên ku ji ber bedxwarinê bejna wan kurt dimîne.

 

Ji bo geşedan û mezinbûna leş, her du salên destpêka jiyanê pir giring in. Eger bejnkurtiya ji ber xarinê di van herdu salan de neyê kontrolkirin, paşî zehmet dibe ku pêşiya wî were girtin.

  

Bejnkurtiya zarokan

 

Kêmxarina zarokan sedemeke sereke ya bejnkurtiya zarokan e. Sedemên din jî ji ber nexweşiyên hormonî ne.

 

Li gorî amarên Rêxistina Tendurutiya Cîhanî, li seranserê cîhanê, bejna 155 milyon zarokên ji 5 salî biçûktir, li gorî temanê wan, kurt e.

 

Piraniya zarokên bejinkurt jî li welatên hejar û nîv hejar de dijîn. Pisporên wan welatan cudahiya di navbera zarokên welatên wan û yên cîhanê de gengeşe dikin.

 

Ji bo pêşiya vê yekê were girtin, tîmeke lêkolerê ji welatê Ekvadorê rê û rêbazeke hêsan û erzan ceribandiye. Di dema vê ceribandinê de hêkan didin zarokên 8-9 mehî yên vî welatî û bandora hêkan a liser bejna zarokan tê şopandin.

 

Ji bo zarokan test

 

Ji bo vê ceribandinê, 160 zarokên ekvadorî hatine hilbijartin. Her roj hêkek dan nîvê van zarokan û heta 6 mehan bi vî awayî berdewam kir. Lêkoleran çavdêriya herdu grûban kirin.

 

Piştî 6 mehan hate dîtin, ku rêjeya bejnkurtiyê di nav zarokên ku hêkan dixwin, bi awayekî berçav kêm bû. Herwiha rêjeya qelewiyê jî li gorî wan zarokên hêk nedixwarin, ji sedî 47 kêmtir bû.

 

Seroka Tîma Lêkoler Lora Lannottî dibêje: “Em pir mat bûn, ku me dît ez destwerdana sade û erzan ev hinde bi bandor bû.”

 

Zarokên din

 

Pispora xwarinê li Koleja Şahane ya Brîtanyayê Profesor Mary Fewtrell dibêje: “Hêk di nav rêza xwarinên dewlemend de ye. Eger dayik bixwazin ji bilî şîr, xwarinek din bidin zarokên xwe, hêk dikare bibe bijardeyek. Lê ti caran beriya 4 mehî nabe ji bilî şîr ti xwarineke din bidin zarokan.”

 

Li gorî rênimayên Rêxistina Tendurustiya Cîhanî, divê dayik di 6 mehên yekem de tenê şîrê xwe bidin zarokan da ku laşê wan ji hemû aliyan ve baştir geşebide.

 

Herwiha, piştî 6 mehiyê, heta 2 salan jî ligel xwarinên cîgir şîrê xwe jî bidin.  

 

Saziya Xurekê ya Brîtanî rênima dide, ku hêk di nav lîsta xwarinên dewlemend de ye û giringe bikeve nav lîsteya xwarina zarokan. Herwiha divê xwarina zarokan li gorî temenî wan pir cûre be, tenê hêk nebe. Bi vî awayî zarok bi hemû kanza û vitamin re aşna dibin û mifayê dibînin.

 

Saziya Xurekê ya Brîtanî dibêje: “Divê xwarinên proteîna wan dewlemend e, bidin zarokan. Yek ji van hêk e. Lê çavkaniyên din ên dewlemend jî hene; weke baqilemî, masî, goşt û berhemên şîr.”

 

Çavkanî: BBC

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst