Hewlêr (Rûdaw) - 12ê Gulanê wek roja perestaran tê nas kirin û salane bi çalakiyên cuda ev roj tê bibîranîn, lê ev 2 sal e vîrûsa Corona bûye rêgir li ber çalakiyên vê rojê û perestar jî di rewşeke zehmet de roja xwe bibîr tînin.
Perestaran cane xwe xistiye metirsiyê û bê tirs kar dikin û beşek ji perestaran malabata xwe di vê mehê de nedîtine.
Nexweşxaneya Dîcle li Ameda bakurê Kurdistanê, yek ji nexweşxaneya ne ku beşekê taybet bi Corona li xwe digre û piraniya perestarên vî beşî dûrî malbata xwe ne.
Umren Kurt, Perestar, dibêje, “Di meha Îlonê ez bi xwe bi Corona ketin, bi rastî gelekî zehmet bû. Ez dûrî zarokên xwe ketim. Ev tevî ez bi xwe bi Corona ketin, lê careka din vegeran kar û niha careke din kar dikim.”
Hewda Bîngol, Perestar, dibêje, “Piştî destpêkirina vê qûnaxa tund, em ji malbatên xwe dûr ketin. Em dibînin karmendên tendirustiyê ew qasî bi qurbanîdan kar dikin. Niha beşek mezin ji perestaran dûrî mala xwe kar dikin. Sala borî me roja peristeran bi xemgînî derbas kir. Îsal jî xema me berdewam e.”
Ev perestar behsa fişarên deronî yên li ser wan drust bûyîn dikin û hêvî dixwazin ku sala bê roja perestaran di rewşeke aram de were kirin ku take rê ji rûbrûbûna Corona re pabendbûn bi rênmayên tendrustiyê ye.
Yakup Evreoz, Pizîşkê Serpiriştiyar ji bo pêketiyên Corona, “Bi rastî em gelekî mandî bûn, hez dikin sala bê roja perestaran di rewşeke aram û bê Corona pîroz bikin.”
Li gor amarên Yekîtiya Pizîşkên Tirkiyê, ji destpêka belavbûna vîrûsê Corona ve 100 karmandên tendirustiyê li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest dane, lê hikûmeta Tirkiyê ev amar piştrast nekirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse