Çima kermêş herî zêde zilaman gez dikin?
Hewlêr (Rûdaw) - Endama Lijneya Rêvebiriya Komeleya Klînîk Îmmunolojî û Alerjiyê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê Prof. Dr. Asli Gelîncik ragihand ku kermêş herî zêde zilam, jinên ducanî, kesên qelew û obez gez dikin.
Asli Gelîncik Asli Gelîncik Gelîncik destnîşan kir kermêşên mê ji bona zêde bibin hewcedariya wan bi xwînê heye û lewma mirovan gez dikin.
Gelîncik da zanîn ku kermêş her kesî gez nakin û wiha got: "Kermêş hin kesan zêde gez dikin. Kermêş herî zêde zilam, jinên ducanî, kesên qelew û obez gez dikin. Bi taybetî kermêş kesên ku xwîna wan 0 e û mirovên ku zêde urîk asît, laktîk asît û amonyak belav dikin gez dikin."
Bi gotina gelîncik cil û bergên ku rengî wan tarî bin kermêşan didkişînin û got ji ber ku rengên tarî germahiyê kom û mihafeze dike.
Prof. Dr. Gelîncik herwiha diyar kir ku xwarinên bisîr û vîtamîna Byê tê de ne û bêhna vanîlyayê jî bala kermêşan dikişînin.
Asli Gelîncik tekez kir ku wexta kermêş gez dikin ciyê gez kirine nexurînin û wiha pê de çû: "Ev reaksiyona îltihabê zêde dike. Loma jî heta ji destê we tê nexurînin. Feydeya cemedê, dermanên antîhîstamînîk û di rewşên giran de jî feydeya kortîzonê heye. Heger piştî ku gez kirin serêş, vereşîn, bêhalî û gêşbûn hebe herin navendeke tenduristiyê."