Kivark metirsiya tûşbûna nexweşiya şekir kêm dike

Hewlêr (Rûdaw) – Pisporên xwarin û vexwarinan ên li Amerîkayê dibêjin ku xwarina kivark egera tûşbûna nexweşiya şekir kêm dike û rêjeya şekir a di nav xwînê de rêk û pêk dike.

 

Pisporên xwarin û vexwarinê yên li Zanîngeha Pensîlvanyayê lêkolînek kirine û li sûdên xwarina kivarkan li ser tendirustiya laşê mirovan geriyane.

 

Pispora xwarinan Margherita Cantorna ku serperiştiya lêkolînê kiriye, li ser encamên lêkolînê dibêje ku kivark ji aliyê probiyotikan ve dewlemend e, ku probiyotik hûr û rûviyên mirov diparêze û metirsiya çendîn nexweşiyan kêm dike, yek ji wan jî nexweşiya şekir e.

 

Herwiha di lêkolînên berê de jî sûdên xwarina kivark hatibûn eşkerekirin, ku ew jî daxistina duhna bi zirar a nav xwînê, rêgirtina kêmxewî û nexweşiyên dil e.