Werzişvanekî Cizîrî armancên mezin dane ber xwe

11-08-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Werziş Kurd
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Baran Çelîkê 17 salî û bira û rahênerê wî Medeniyê 22 salî, du birayên werzişvanên ji Cizîra Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ne.

Baran herî dawî di olimpiyata werzişa "wushu kûng fûyê" de di asta Ewropayê de ye bûye şampîyon.

Di heman demê li bajarê Antalyayê di kategoriya ciwanan a 75 kîloyan de bû şampiyonê Tirkiyeyê.

“Armanca min a mezin ew e ku ez bibim şampiyonê cihanê”

Werzişvan Baran Çelîk li ser werziş û kar û xebatên got:

“Ez ji 7 saliya xwe heta niha vî karî dikim. Ez 4 coreyên werzişê dikim: boks, kickboks, wushu û my taî. Ez di wushuyê de hem şampiyonê Tirkiyeyê hem jî şampiyonê Ewropayê me. Ez îsal bûme şampiyonê Tirkiyeyê.

Hedefa min ew e ku ez bibim şampiyonê olimpiyatê, niha 2 lîstik li pêşiya min hene, yek Avrasya û yek jî Balkan. Armanca min a mezin ew e ku ez di boksê de bibim şampiyonê cihanê.”

Baran û rahênerê wî Medenî li Enqereyê li salona hevalekî xwe rahênanê dikin û baran niha xwe ji bo olimpiyata mezin amade dike.

Armanca wî ew e ku di beşa wushu kûng fûyê de bibe şampiyonê cihanê.

“Divê werzişvan gelekî bidisiplîn be”

Bira û rahênerê Baran, Medenî Çelîk jî li ser werzişa ku dike anî ziman:

“Em rojê 6 seatan rahênanê dikin, serê sibehê berî taşteyê em 2 seatan rahênan dikin. Piştî taşteyê û bêhnvedanê Baran rahênana nîvro dike.

Bi şev jî dîsa em 2 seatan rahênanê dikin, rahênanên vê werzişê gelekî giran in û divê werzişvan gelekî bidisiplîn be.”

Pirsgirêka herî mezin a li pêşiya Baran û Medenî nebûna derfatan e.

Baran û rahênerê wî Medenî li Enqereyê ji ber nebûna alikariyên darayî neçar in di xaniyekî ku ji aliyê xwarzayekî wan ve ji bo nexweşan hatiye dabîn kirin de bijîn.

Li Şirnexê 43 hezar û 408 werzişvanên xwedîlîsans hene

Xwediyê mala ku Baran û Medenî tê de dijîn, Zekî Ferfooglu got:

“Şertên vir ne li gorî werzişvanan in. Ev der cihê nexweşan e lê ji neçariyê li vir dimînin.

Xweda jê razî di demên dawî de RAMS xwedî li wan derket, Cizre Nuh ji bo çûnûhatina wan alikariya wan dike.”

Li gorî amarên Rêveberiya Werziş û Ciwanan, li Şirnexê û navçeyên wê 43 hezar û 408 werzişvanên xwedîlîsans hene ku heta 5 sal beriya niha ev hejmar tenê 14 hezar 617 bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst