Li Cizîr a Rojavayê Kurdistanê 24 kesên din bi Coronayê ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Cizîr a Rojavayê Kurdistanê 24 kesên din bi Coronayê ketin.

Li gor zanyariyên ji Desteya Tendirustiyê ya ser bi Rêveberiya Xweser, roja 11ê Tebaxê li Cizîr a Rojavayê Kurdistanê 24 kesên din bi Coronayê ketine, li Dêrikê 12 pêketî, li Qamişlo 10 pêketî, li Heseke 1 pêketî û li Dirbêsiyê jî 1 pêketî hatine tomarkirin.

Ji destpêka belavbûna Coronayê ve li seranserî Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê 38 hezar û 857 kes bi Coronayê ketine, ji wan jî 1578 pêketiyan canê xwe ji dest dane.