Êşa zirav

 

Jana zirav, yan êşa zirav nexweşiyeke ku ji dema kevin ve hevala mirov e. Lêkolînên li ser Farawniyên Misrê diyar dikin ku hinek ji wan bi vê nexweşiyê mirine. Heta ku 24ê Adara 1882yê zanyarê almanî Robert Koch hokara vê nexwşiyê dît, nedihat zanîn ku ev nexweşî bi sedema mîkrobeke taybet digihije mirov û bi têkbirina vê mîkrobê ev nexweşî dikare tedawî bibe.

 

Heta niha jî hinek kes wek nexweşiyeke kujer li vê nexweşiyê dinêrin û heta hinek ji wan şerm jî dikin ku bêjin ev nexweşiya wan heye. Lê bi bikaranîna dermanên li dijî jana zirav ev nexweşî dikare bi tevayî bê têkbirin. Piştî 4 heftiyan ji bikaranîna dermanan, tevî ku nexweşî di laşê mirovê nexweş de dimîne, lê egera derbasbûna wê bo kesên din bi tevayî kêm dibe. Lê eger ev nexwşî neyê tedawîkirin, dibe sedema mirinê.

 

Li gor raporteke rêxistina cihanî ya tendirustiyê, di sala 2012ê de 8 milyon û 600 hezar kes bi jana zirav ketibûn, ku milyonek û 300 hezar kesî ji wan can ji dest dan û ji sedî 95ê wan jî ji welatên paşketî bûn.

 

Ji sedî 80-90ê caran jana zirav di pişikê de derdikeve û yên din jî di endamên din ên laş de, wek hestî û gurçik. Tedawiya jana zirav proseyeke taybet dixwaze, ji ber ku gellek dermanên vê nexweşiyê hene û 6 mehan jî berdewam dike. Herwiha divê endamên malbata kesê nexweş û kesên ku li cihê karê yê nexweş in, bi awayekî taybet ligel wan bê tevgerîn, da ku ew jî bi vê nexweşiyê nekevin.

 

Nîşanên jana zirav:

  • 1-Kuxikek ku bêhtir ji 2 hefteyan dirêj bike.
  • 2-Hebûna belxemê ku hin caran xwîn ligel heye.
  • 3-Henaseya teng û êşa sêngê.
  • 4-Nîşanên giştî: Lerz û ta. Nemana arezûya xwarinê, herwiha daketina kêşê.