Vexwarina çayê penceşêra prostat kêm dike

Hewlêr (Rûdaw) - Ew kesên ku di rojekê de du çayan vedixwin, egera nexweşketina wan bi penceşêra prostat bi rêjeya ji sedî 37 kêm dibe.

Lêkolîneke holendî dibêje, ew kesên ku qehwê vedixwin wê sûdê wernagirin û egera nexweşketina wan bi wê pencşêrê kêm nabe û sûd tenê digihije kesên çayvexwer.

Lêkolîn li ser 892 nexweşên penceşêra prostatê û 892 kesên saxlem û li ser şêwaza xwarin û vexwarina wan hatiye kirin.
 

Li gor pisporan, maddeyên dijî oksênan wek polî fînolan ku di çayê de zêdetir in, kirine ku çay li dijî penceşêrê bixebite.

Sala 2010 lêkolîneke din da zanîn ku ew jinên ku her roj perdaxek çayê vedixwin, egera nexweşketina wan bi penceşêra hêkdanê bi tibaba ji sedî 10 kêm dibe.