ROJAVA - Li Kampa Waşokanî belavbûna nexweşiyan gihîşte asta metirsiyê

10-12-2019
Rengîn Şero
Rengîn Şero
E9JHQ4MOKUOOB6mTBP3HEQ
E9JHQ4MOKUOOB6mTBP3HEQ
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Kampa Waşokanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rewşa koçberan li Kampa Waşokanî li Hesekê, ya Rojavayê Kurdistanê gelekî xerabe. Koçber gazinan dikin û dibêjin cihê serşûştinê û avrêjiyê nîne. Di nava kampê de nexweşî belav bûne, heya niha 16 haletên gurîbûn û 3 haletên nexweşiya leşmaniya hatine tomarkirin.

Kordînatorê Heyva Sor a Kurd ji Rûdawê re ragihand, pirsgirêka paqijiyê li nava Kampa Waşokanî heye, ev rewş ji ber serma û baranê xerabtir bûye.

Li Kampa Waşokanî derdora 4 hezar koçber hene, piraniya wan yên Serê Kaniyê ne, ku niha girûpên çekdar destê xwe danîne li ser mal û mulkên wan, û xaniyên wan li Erebên Himis û Hema û Dêrezorê bi navê Navçeya Aram belav dikin.

Koçbera Serê Kaniyê Wetha Mihemed a 25 salî dibêje spih û reşik ketine nav pora çar zarokên wê de ew bi nexweşiya xurê yan gurîbûnê jî ketine.

Meşa dane  konên tenik ên kampê. Di kampa Waşokaniyê de heta niha 16 nexweşên gurîbûnê hatine tomarkirin ku piraniya wan zarok in û 3 nexweşên leşmanyayê jî hene.

Tîmên Hevya Sor a Kurdî jî ditirsin ku ew nikaribin rê li ber belavbûna van nexweşiyan bigirin.

Kordînarorê Heyva Sor ya Kurd Ciwan Seîd dibêje: “ Ji aliyê paqijyê ve hinek pirsgirêk ji me re derketine.Niha mêş gelek bûne. Gemarî zêde bûye.  Ji serê mehê ve 16 nexweşên gurîbûnê hene û 3 leşmaniya û 41 zikçûn hene. Av ne paqij e. Bi rastî di dema zivistanê gelek pirsgirêkên paqijiyê çêdibin."

150 avdestxane û serşok di kampê de hene ku hejmara koçberan heta niha 3 hezar û 863 kes in û rojane zêde dibin û hîn jî torên avrêjiyê yên kampê e hazir in. Koçber di tirsa xwe de ne ku nexweşî bi awayekî zêdetir belav bibin.

Koçber Delal Mihemed jî dibêje: “Konê me bûne hemam û tewalit û her tişt. Zarokên me li vir nexweş ketin.”

Di nav kampê de midbexeke tenê heye ku her koçberek xwarina xwe tê de amade dike. Zarok jî li kolanên kampê bi hev re dilîzin û paqijî kêm e, û kon li tenişta hev in. Ev tişt hemû alîkariya zêdebûn û belavbûna nexweşî û mîkroban dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst