Li Wanê nexweşekî pozê karmendekî tenduristiyê şikand

10-08-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Karmendên Tenduristiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, nexweşekî pozê karmendekî tenduristiyê şikand.

Bijîşk û hevpîşeyên wî di daxuyaniyeke çapemeniyê de nerazîbûn nîşan da û xwestin ku tûndîtîjiya li hemberî wan bi dawî bibe.

Çend roj berê li Navenda Tenduristiyê ya Dursun Odabaşê ya Zanîngeha Wanê, nexweşekî ku li beşa Urolojiyê çareserî werdigirt, êrişî perestyareke bi navê  T.U. kir.

Di êrişê de pozê T.U. ji aliyê nexweşê êrîşkar ve hat şikandin. 

Bûyer di nav karmend û bijîşkên navenda tenduristiyê de bû sedema kervedanan û roja Înê bi daxuyaniyeke çapemeniyê nerazîbûn nîşan da.

Serokê  Şaxa Sendîkaya Tenduristiya Saglik-Senê ya Wanê Mustafa Uzunyol di daxuyaniya çapemeniyê de bal kişand ser tundûtûjiya li dijî bizîşk û karmendên tenduristiyê û ji aliyên peywendîdar xwest ku tundûtûjiya li dijî wan bi dawî bibe.

“Bûyer dê bi piştîvaniyeke hiquqî bê şopandin”

Mustafa Uzunyol wiha got:

 “Em wekî karmendên tenduristiyê ji bo welatiyên me bên çareserkirin piştîvaniya wan dikin û 24 demjimêran bê xew û demjimêrên zêde û di nav mercên giran de kar dikin.

Karmendên tenduristiyê van neheqiyan, tundûtûjî, heqaretên di dema kar de û lêdanê heq nakin.

Divê neyê jibîrkirin ku karmendên tenduristiyê jî mirov in.

Em hêvî dikin tundûtûjiya li dijî karmendên tendirustiyê bi dawî bibe û em li gel hevpîşeyê xwe yên perestyar in û dê ev bûyer bi her piştîvaniyeke pêwîst a hiquqî bê şopandin." 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst