Keça Amedî 153 kîlo da
Kanîka 25 salî di 3 saliya xwe da bi nexweşiya lenfodemê (nexweşiya fîl) ket, ji ber dermankirina di destpêka nexweşiya xwe de perwerdeya xwe ya dibistana navîn di nivî de hişt.
Her ku çû nexweşiya wê giran bû û Kenikê navber da xwendina xwe, piştî emeliyat û dermankirnan tu encamek bi dest nexist, ji bo ku kes wê wisa nebîne jî ji malê derneket.
Kanîk li bendê bû ku ji derdê wê re çareseriyek were dîtin û bigihîje mirazê xwe.
Cemîle Uydur a fîzyoterapîst piştî ku xeberên hatin weşandin dît, bangî Kanîkê kir ku were Stenbolê û 3 mehan Kanîk bê pere derman kir. Di beşa ewil de Kanîk daket 165 kîloyan.
Kanîk paşê zivirî Amedê û Mehtap Yakut Bagirmaza diyatisyen jê re bernameya diyetê amade kir û jê pere nesitand. Kanîkê di nav 16 mehan de 88 kîlo da.
Kanîk ji ber ku êdî dikare bigere, siheta wê li cî ye, bi hevalên xwe re derdikeve derva û piştî 21 salan solên jinan werdigire.
Kanîk dixwaze ku perwerdeya xwe bidomîne û konservatuvarê bixwîne.
Ew dibêje ji 3 saliya xwe vir ve vê nexweşiyê dikişîne, gelek tengasî kişand û ji jiyanê dûr ma.
De barê pêvajoya nexweşiya xwe da Kanîkê wiha got: "Min nedixwest herim dawetan. Ji ber ku solên ji lingê min re bibin tunebûn, min nedixwest herim navendên danûstendinê. Gelek caran ez giriyam û vegeriyam malê. Di wê pevajoyê de ji bo min tişta herî girîng sol bûn. Hevalên min solên cuda dixistin piyên xwe lê min bi tenê şimikên mezin pê dikir. Di dilê min de xwendin hemû. Min xwe ji xwendina online tomar kir. Ez ê perwerdeya xwe bidomînim. Min piştî 21 salan solên jinan pê wergirt. Digerim, bi hevalan re derdikevim derva. Min xweşikahiyên Amedê dît. Ji bo min jiyanê dest pê kir.”