Sîstema tenduristiyê li Tirkiyeyê: Randevu peyda nabin, bijîşk direvin

10-05-2024
Omer Sonmez
Nîşan Tenduristî Bijîşk Koç
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê li nexweşxaneyên dewletê pirsgirêka nebûna randevuyan (civan/jivan) her ku diçe mezintir dibe.

Nexweş li ser sîstema randevuyê nikarin randevuyan bibînin, carinan bi hefteyan û carinan jî bi mehan li benda randevuyê dimînin.

Dema welatî bi hezar zehmetiyî randevuyê dibînin jî ji ber kêmbûna doktor û xebatkarên tenduristiyê herî zêde 10 xulekan, carinan jî tenê 2-3 xulekan tên miayenekirin.

Odeya Tebîban a Stenbolê, wêneyek belav kir û da zanîn ku li gorî civanên ku hatine dayîn dê 3-4 nexweş di nava 10 xulekan de miayene bibin.

Sendîka û saziyên tenduristiyê didin zanîn ku ev sîstema xirab a randevuyan dibe sedema şideta li hemberî xebatkarên tenduristiyê û xeletiyên pîşeyî.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca jî amaje pê kir ku ew dê di eqarê tenduristiyê de sîstemeke nû ava bikin.

“Ku xizm û nas nebin zehmet e”

Welatiyê bi navê Vahap Er wiha behsa zehmetiya peydakirina civanan kir:

“Bi taybetî em ji bo beşên wekî onkolojiye randevuyan peyda nakin.

Herwiha tedawiya fîzîkî jî wisa. Yanî ger nas, dost û xebatkarekî meriv li nexweşxaneyê nebe bidestxistina civan pir zehmet e.”

“Em 2-3 mehan jî li benda randvuyê dimînin”

Serap Yanarê jî amaje bi nebûna civanan û derneketina encamên tehlîlan da û got:

“Ev mehekê ye ez li benda randevuyê bûm.

Ez nû miayene bûm. Niha em dê 15 rojan li benda tehlîlan bimînin.

Yanî peydakirina randevuyan pir zehmet e. Carinan em 2-3 mehan jî li benda randevuyê dimînin.”

Rêveberê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Abuzer Arslan bal kişand ser bandora polîtîkayên dewletê a li ser koçkirina bijîşkan.

Abuzer Arslan da zanîn ku polîtîkayên destihilatê yên di warê tenduristiyê de dibin sedem ku doktor û xebatkarên tenduristiyê koç bikin.

“Dema mianeyê daketiye 2-3 xulekan”

Rêveberê SESê Abuzer Arslan got:

“Li cîhanê dema miayenekerina nexweşan herî kêm 20 deqe ye.

Li vir ji 10 xulekan daketiye heta bi 2-3 xulekan jî.

Ev yek barê doktor û xebatkarên tenduristiyê giran dike. Kalîteya kar û jiyanê dadixe.

Jixwe xebatkarên tenduristiyê ji ber krîza aborî dixwazin biçin derveyî Tirkiyeyê.

Em dixwazin beyî ku şidet hebe di nav şertên mirovî de xizmetê ji xelkê re bikin.”

“Ma ne heyfa doktoran e?”

Vartan Altunkaya bertek nîşanî vê yekê da û anî zimên:

“Yanî doktorek çawa dikare ji her 3 deqeyan carekê nexweşan miayene bike?

Ma ne heyfa doktoran e? Bi rastî ez li ber wan dikevim.

Em jî ji bo peydakirina randevuyê pir dikevin tengasiyê.”

Welatiyê bi Mevlut Yanar jî li ser dema kêmbûna miayeneyê wiha axivî:

“Yanî doktorek di nav rojê de li çiqas hindik nexweşan binere miayeneya wî ewqasî bi kalîte derbas dibe.

Dem hebe meriv dikare baştir derd û nexweşiya xwe jê re bibêje.”

Bijîşk koç dikin

Her sal bi hezaran doktor û xebatkarên tendurustiyê ji ber şert û mercên xirab ên aborî û sîstema tenduristiyê ji Tirkiyeyê koçî welatên Ewropayê dikin.

Li gorî Yekîtiya Tebîbên Tirk (TTB), di sala 2023yan de 3 hezar û 25 doktoran belgeya rewşa baş wergirtiye û çûne derveyî Tirkiyeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst