Bihar tê û çav şil û sor dibin

10-04-2013
RÛDAW
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) - Bi destpêkirina demsala biharê de hinek nexweşî û allerjiyên demkî jî derdikevin pêş. Yek ji van nexweşiyan allerjiya çavan e ku çav pirr şil dibin, carina sor dibin û carina jî dixurîn.

 

Dema demsal tên guhertin lasê mirov jî pê re diguhere û carina ji ber las nikare bi saxlemî demsala nûi pêşwazî bike, lewma rastî hinek aciziyan tê. Allerjiya çavan jî yek ji van aciziyan e ku di destpêka biharê de bi gellek mirovan re çêdibe. Pispor allerjiya çavan dixin nav grûba nexweşiyên bê êş lê dibêjin ligel wê yekê mirov pê aciz dibin. Pisporên tendirustiyê allerjiyên din ên bijharê jî wiha rêzdikin: Sorbûna çavan û ya rû, silbûn û xitimandina pozê (bivil).

 

Li gor pisporan ligel faktorên allerjîk sedemek din jî heye ku çav sor û şil bibin û dibêjin dema çav zêde biwestin jî acizî di wan de çêdibe. Carina jî allerjiya çav û ya bêvilê bihev re çêdibe û herdu jî hevdem şil dibin. Xurîna bêvilê û herikandina xwînê ji bêvilê û serêşî jî dibin sedem ku acisî di çavan de çêbin. Wek sedemê vê jî, pispor polenên dar û çîçekan, toza malê û dûmana cigareyê nîşan didin. Pispor herwiha hişyarî didin wan kesan ku bi wan re allerjiyên kronîk hebin wek astma. Bi dîtina pisporên tendirustiyê çav li dijî maddeyên êrîşker bertek nîşan dide û av jê tê. Pispor maddeyên ku çav şil dikin jî wiha rêz dikin: Polen, dermanên kîmyewî, bêhn û parfumên cuda, giha û pelên daran, toza buro û ya malan, dermanên ku ji bo sewalên kedî tên bikaranîn. Zêde temasekirina televizyonê û ya kompûterê jî dibe sedem ku çav zûha bibin û birîn tê de çêbin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst